Wezareta Derve ya Welatên Yêkgirtî yên Amerîka raporteke bi navê ‘‘Gerrîyana bi Silametî li Ser Erdî’’ belav kir. Ew li ser bizavên Amerîka yên ji bo kêmkirina bandora bombeyên binerd, an mînan, û her wesa nehêlana bazirganîya çekên sivik e.
Li dû gotina Neteweyên Yêkgirtî, ji sala 1975ê heta niha li bin pîyên pêtir ji mîlyoneke mirovan mîn peqîyayî ne û bawerî tête kirin ku ew çekên henê niha li dinyayê serê mehê 800 mirovan dikujin.
Ew bombên binerd li seranserî dinyayê belav in û jimara wan nahête zanîn.
Wek mînak, li Afxanîstan, li devera Balkanan, li Angola û Kambodîyayê jimareke mezin ya mînan û bombeyên dî yên nepeqîyayî an yên bermayên ji komên leşkerî hene. Li hindek cihên mîna Kolombîyayê bombên binerd û bombeyên xwemalî bahra pêtir ji alîyê komelên terorîst ve têne danan û bikar înan.
Amerîka bi bernameya xwe ya xizmeta mirovanîyê li dijî mînan ji bo malîn û rakirina mînan, serwextkirina xelkî ji xeterên wan çekan û ji bo sexbêrîya mirovên ku ji wan peqîyanan veresyayn alîkarîya welatên dî diket.
Ji sala 1993yê heta par Amerîka pêtir ji mîlyareke dolaran da wan bizavên ji bo kêmkirina bandora mînan li ser jîyana xelkê sîvîl û ew parê hêj zêdetir dibît.
Li Kambodiyayê bi tenê, Amerîka alîkarîya pakijkirina erdekî bi berfirehîya pêtir ji 250 mîlyon mitroyên çargoşe kirîye, û harî leşkerê wî welatî kirîye ku çek û bombeyên xwe çêtir biparêzît.
Li Afxanîstanê mîn û bombeyên dî yên bermayên ji leşker û komên çekdar, mehê nêzîkî 100 mirovan an dikujin an birîndar diken. Li wî welatî Amerîka alîkarîya pakijkirina zevîyên çandinê û rêyên giştî kirîye ku berfirehîya wî erdê pakijkirî pêtir ji 22 mîlyon mitroyên çargoşe ye.
Hemî pêkve, ji Azerbaycanê bigire heta Vîetnamê nêzîkî 30 welatan li xebata xwe ya kêmkirina xetera ji mînan alîkarî ji Amerîka wergirtîye.
John Hillen, Alîkarê Wezîra Derve ji bo Karûbarên Sîyasî û Leşkerî, dibêjît pîçekê jî bi dewlet serê desteka ji Amerîka, li warê nehêlana mînan bi rastî pêşveçûn tête kirin. Wî got ji her niha Kosta Rica, Cîbutî, Guatemala û Honduras ji wê xeterê filitî ne.
Alîkarê Wezîra Derve dibêjît xebata Amerîka ya bi salan ya bi alîkarîya hikûmetên dî, rêkxistîyên navneteweyî û rêkxistîyên nehikûmetî, jimara kuştî û birîndarên ji ber bombeyên binerd kêm kirîye, û rê daye bi mîlyonan mirovan ku bi silametî bijîn, cotyarîyê biken û zarokên xwe mezin biken û ji ber wê xebata bi hevra bizava mînan jî rêkûpêktir lê hatîye.
John Hillen dibêjît bernameya li dijî xetera ji mînan ya Amerîka yêk bi yêk alîkarîya welatên dî diket ji bo nehêlana wê gefa bi xeter ya ji wan çekên binerd diket û rê didete pêtir mirovên li hemî alîyên dinyayê ku bi silametî li ser erdî bigerin.
Hûn dikarin wê raporta bi navê ‘‘Gerrîyana Bi Silametî li ser Erdî’’ ya dawîn û yên berê ji Wezareta Derve ya Amerîka li ser van navûnîşanên li ser Înternetê bixwînin:
www.state.gov/t/pm/wra/rpt