Çar layanên sîyasî yên Kurdî hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Yekgirtuyî Îslamî, Partî Soşyalîstî Demokratî Kurdistan û Komeley Îslamî ku beşdarî li hikumeta Herêma Kurdistan kirîne raportek belav kirîye ku têda daxwaza çaksazîya sîyasî dikin.
Li ser wê mijarê hevkarê me Xalit Fettah hevpeyvînek digel Saet Xalidî endamê mekteba sîyasî yê hizbê Zehmetkêşanî Kurdistan kirîye.
Birêz Xalidî jibo naveroka raportê got ev raport jibo raya giştî û Herêma Kurdistan pêşnîyarek e, herwisa bîr û boçûnke e jibo bi baştir kirina sîstema sîyasî li Kurdistanê, li desthilata parlaman û hikumetê, li serokatîya Herêmê û li desthilata qeza û her wekî din reform kirina aborîya Kurdistanê, çavdêrî kirina gendelî kirin û kêşeyên din yên navbera Herêma Kurdistan û Bexda weku maddeya 140, kêşeya pêşmerge, qanuna nift û av û hemu ew kêşane.
Heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe re guh bidine bernameyên radyoyê yên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka.