VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

16 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Muharrem Erbey raporta salane ya Human Rights Watch li ser Turkîye nirxand

16/01/2009

Rêkxistîya Zêrevanîya Mafên Mirovan anku bi îngîlîzî Human Rights Watch raporta xwe ya salane li ser rewşa mafên mirovan li gelek welatan belav kirîye ku yek li wan welatan jî Turkîye ye.

Dinav raportê de hatîye ku rewşa mafên mirovan li sala 2008 anku ji sala 2007 heta niha li Turkîyê berev başîyê neçûye lê zêdetir berev xirabîyê çûye.

[insert caption here]Parêzer û serokê Komela Mafên Mirovan (IHD) tayê Diyarbekirê Muharrem Erbey digel hevkar Kawa Kurmanc di hevpeyvînekê de dibêje rewşa mafê mirovna li Turkîye ji sala 1999 heta 2004 bi xêra Yekîtiya Ewropayê ve ber bi başîyê ve çû belê ji 2005 heta niha li herêma ku Kurd lê dijîn îşkence zêde bûye û binpêkirina mafên mirovan zêdetirîn li sala 2008an bûye.

Rêzdar Erbey dibêje ev sê salin ku kanuna mucadeleya dijî terorê hatîye guhartin û ji alîyê mafên mirovan rewş gelek xirab bûye, dewlet bi taybetî li herêma Kurdan çav û guhê xwe li polîs û leşkeran girtîye.

Parêzer Erbey herwisa di wê bawerîyê de ye ku Yekîtiya Ewropayê têklatîya xwe ya aborî bi Turkîye re ji mafên mirovan bi taybetî yên Kurdan girîngtir dibîne.

Heke hun bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe re li ser rupela Audioyên Kurdî guh bidine bernameya îro li nav nûçeyên rojane.




E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din
Amerîka razî boye harîkarya Israîlê biket ko çek negehne destê Hemas
Raporta rêkxistîya Zêrevanîya Mafêt Mirovan liser rewşa mafêt mirovan li Turkîyê li sala 2008  Audio Clip Available
Serokê CIA dibêje Îran nêzîk e biryarekê bide li ser berdewam kirina bernama xwe ya navokî
Muharrem Erbey raporta salane ya Human Rights Watch li ser Turkîye nirxand
Hinartiyê Îsraelî li qahîreye ji bo behs kirin li ser pêşniyara agir-besa ji aliyê Misrê ve
Amerîka digel Îsraîlê kar diket li ser rêkeftina agirbestê li Devera Xezze
Hamas dibêjît ew agirbesta bi navberî kirina Misrê red naket
Iraq peymannameya bo qedexe kirina çekên kîmyewî mor kir
Barack Obama û qanon darêj behsa rewşa aborî dikin
Joe Biden got lazime tîreyên sîyasî yên Iraqê kêşeya Kerkuk linavber hev çareser bikin
Îran çar kes gunehbar dike bi bizav kirina hilweşandina hikumetê bi piştevanîya Amerîka
Ban Ki Moon berev Rojhilata Navîn keftîye rê bo dinedana navbera Îsraîl û Hamas
Serbaz û tankên Îsraelî li nav bêjêrê Xeze ne
Olmert dibêje jibo agirbesteke li Xezze dem hêjta zû ye
Çar alîyên sîyasî li hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê raportek belav kir
Obama dibêjit wa pê naçit di yekem sed rojên serokatîyê da Guantanamo bê girtin
Hêrişa Îsraelî li dîjî Hemasê berdewame
NY Times: Amerîka alîkariya hêrişa Îsraelî li dijî Îranê nekir  Audio Clip Available
Têkeliyên nêvbera Herêma Kurdistan û Turkiye  Audio Clip Available
Rewşa penaberên Kurd li Berîtaniya  Audio Clip Available
Bi sedan hezar Musilman ji Amman heta Jakarta xwepêşandan dikin li dijî Îsraîlê
Obama got reng e aborîya Amerîka hêjta xirabtir bibît
Rusya û Ukranya hejta negehêştin rêkeftinekê li ser gaza xurustî
Civata Tenahîyê daxwaza rêkeftineka agirbestek zû linavbera Îsraîl û Hamasê diket