Amerîka digel Îsraîlê kar diket li ser rêkeftina agirbestê li Devera Xezze
|
16/01/2009
|
|
| Tzipi Livni (file photo) | Karbidestên Amerîkî gotin ku Amerîka kar diket digel Îsraîlê jibo rêkeftina agirbestekê li Devera Xezze.
Wezîra Derveya Îsraîlê Tzipi Livni îro înê dê bête Washington bo domahî înana rêkeftina Amerîka û Îsraîlê, sebaret kêşeya qaçaxçîkirina çekan bo nav erdê Îsraîlê.
Pêşvenêrê bilindê Îsraîlê, ew jî herwiha îro înê dê vegere bo Misrê bo roja duwê ya rakeftina danustandina digel navberên Misrî.
Leşkerê Îsraîlê li ser şerrî li duhî pêncşembîyê berdewam bû li Devera Xezze, ewe ku hêrîş kirine ser sê nexweşxana li navenda medya û bargehekî Neteweyên Yekgirtî.
Serokwezîrê Îsraîlê daxwaza lêborînê kir belê got hêrîşa asmanî hatî kirin di bersiveka teqe kirina milîtanên ji wê bargehê.
Herîşa asmanîya îsraîlê herwiha rêberekî Hamas li duhî pencşembîyê kuştî.
Milîtanên Filistînîyan 25 muşek berdan nav başura Îsraîlê ku bi kêmî şeş kes brîndar bûn.
|