Serokê hilbijartîyê Welatên Yekgirtîyên Amerîka Barack Obama ji endamên Kongresê xwest ku hevkarîyê digel wî biken bo vejandina aborîyê.
Rêzdar Obama pêşnîyaz diket ku heta 800 milyar dolaran berdest biken bo proja da karêt nû peyda bibin, herwisa li ber e ku baca hikumetê li ser piranîya Amerîkîyan kêmtir biket.
Barack Obama huşdarî da ku reng e rakeftina aborî heta çend salan berdewam bibît, heke tiştek nehête kirin bo çareser kirina vî destûdarî û got reng e bêkarî gelek zêdetir bibît û ev jî dê bibîte eger bo dahatîyá malbatekê pitir ji 12 000 dolaran kêmtir bibît.
Li dû raporteka roja pêncşembî 4 milyon û 600 hezar kes bêkar in û harîkarîyê ji hikumetê werdigrin ku bilindtirîn jimare ye li şeş salêt buhurî da.
Rêzdar Obama nexşeyek li ber e bo vejandina geşbûna aborî û peyda kirina sê milyon karêt nû.