Hêrişa serbaz û tankên Îsraelî bo ser bajêrê Xeze berdewame, di demekê de sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-Moon seredana Rojhelata Navîn dike û dawa agirbestê nêvbera Îsrael û Felestiniyan diket.
Firokên Îsraelî roja sêşembî hêriş kire ser jimareka armancan li Xeze, herweha şer û lêkan nêvbera serbazên Îsraelî û çekdarên giropa Hemas dest pêkir.
Bi kêmî ve 900 Felestînî û 13 Îsraelî li operasyonên leşkerê Îsraelî hatin kuştin.
Birêz Ban roja sêşembî seredana Rojhelata Navîn dike û dê çîte Îsrael, Kerta Rojhava, Urdun, Sûrî, Lubnan û Kuweyt.
Birêz Ban dawa li Îsraelî û Felestiniyan dike bi biryareka agirbestê ya Civata Tenahî ya Netewên Yekgirtî razî bin.