VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

22 Kanûna Yekê 2008 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Sernivîs – Daxuyaniyên Gates sebaret bi Rojhelata Navîn û Îranê


21/12/2008

Di nav sere dana xwe ya vê dawiyê de bo Kendavê, wezîrê berevaniya Amerîka Robert Gates
U.S. Defense Secretary Robert Gates
Wezîrê berevanî Robert Gates.
got Amerîka dê liser berevanî kirin ji berjevendiyên xwe û hevalbendên xwe li rojhelata navîn berdewam bit. 

Birêz Gates, yê ku wek wezîrê berevaniyê dimînit demê serokê helbihjartî Barak Obama li meha yêk sala nû diçe Seraya Sipî, li dor wan giriftên berev rûyê Amerîka û welatên kendavê dibin axift. Weko, pêvîstiya şikest dana tond û tîjî û tond royî yê, pêvîstiya berdest kirina çareseriya du welatan ji bo pirsa Îsrael û Felestîniyan, û girîngiya alîkarî kirina Îraqê ku destkefên xwe berev serwerî, serbixweyî û hikometek berpirs pişt rast bikit.

Li ser pirsa parastin û serbixweî ya Îraqê, bi rêz Gates îşaret da reftarên ne baş yên hikometa Îranê. Wezîrê berevaniyê Gates got çi goman têde nîne ku Îranê bi giranî bizav kirîye dest bêxte nav kar û barên hikometa Îraqê û cîranek baş nebû ye. Wî got pişka zav ya wê bizavê jî, ji bo hîn kirin û gejandina kel û pel û keresyan bi wan giropan digire xwe ku dixazin hikometa Îraqê têk bidin, bi rêka tond û tîjî û êrîşan bo ser hêzên parastina Îraqê û karbidistan û dam û dezgehlên hikometê. 

Birêz Gates got bikar anîna aliyên din bo cî bi cî kirina meremên xwe tiştek nû nine demê berê xwe biden piştîvaniya leşkerî û diravî ku Tehran bo demek dirêje daye rêkxistiyên terorîstî wek Hemas û Hizbollah yên ko bi rêka tond û tîjî yê dixazin hikometên qanonê li ser kar bêxin.

Birêz Gates  her wesa sebaret pirogramên navokî û moşekî yên Îranê hoşdarî da .  Wî got rohne Îranê îsal moşekên dirêj mewda ceribandine ku dikarin her welatekê li rojhelata navîn bikene armanc û li ser meraqa xwe ya dinedana pirogrma navokî berdewame ku îdî kêm û zor ew sore li ser çêkirina çekên nawokî.

Di bersiva wê gefa ji aliyê rijîma Îranê ve tête araste kirin, wezîrê berevaniyê Gates daxwaz li welatên Kendavê kir ku givaşa xwe ya dîplomatîc û aborê li ser Îranê rabigirin bi rêka pêgîr bûna temam bi sînur dar kirinên ji aliyê Neteweyên Yekgitî ve hatine diyar kirin. Wî herwesa daxaz li welatên Ereb kir Îraqa nû bi germî wer bigirin ko ew çende di berjewendiya her du aliyan de ye. 

Birêz Gates got di çendîn astan de rêk bûn heye, şer li dijberî Al- qaîde û terorîsmê, di warê berdest kirina aboriyek geşe kirî de, di bizavan de bo lêdana pirekê biser codahiyên tîreyî  ko li wê pişka cîhanê hene û herwesa sebaret pêvîstiya sinor dar kirina karîgerî kirina Îranê û dest têverdanên nîştimanî û herêmî ku pêşwext bi qîmeta jiyana gelek kesan temam boye.        


Listen to This Report Sernivîs
Dagirtin  (MP3)
Listen to This Report Sernivîs
Guhdarî bike (MP3)
E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din