Serokê Enstîtuya Kurdî li Washingtona paytext Dr. Necmeddîn Kerîm seredanek bo Herêma Kurdistana Iraqê kir û digel hevkar Heyder Kerîm hevpeyvînek kirîye sebaret bi wê seredana xwe.
Di hevpeyvînê de birêz Kerim dibêje kêşeyên sereke yên nêvbera Herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê bi girîngî li ser maddeya 140 û Kerkukê ye û herwisa kêşeya niftê û pêşmerge ye. Belê dibêje li ser van meseleyan çi pêşkeftin bi destve nekeftine û rexne li hikumeta Malikî digre jiber vê yekê.
Dr. Kerîm herwisa behsê kêşeyên topbaran kirina sinorê Herêmê ji layê Turkîya û Îranê ve jî diket û nêrîn û hêvîyên hikumeta Herêmê bo serokê nû hilbijartîyê Amerîka Barack Obama dinirxîne.
Heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe, li ser rûpela me ya radyoyê guh bidine bernameyên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka.