Nêzîkî du milyon Şî'a li bajêrê Kerbela ya naverasta Iraqê ne bo pişikdarî kirin li rêûresma salane ya Aşura.
Karbidestên Iraqî dibêjin pitir ji 30 hezar polîs û serbazên Iraqî li Kerbela, Bexda û beşên dî yên welatî hatine belav kirin bo parastina pişikdarên rêûresmên Aşura ku bîrewerîya kuştina îmam Huseyn, nevîye Pêxember Muhemmedî ye.
Her bi helkefta Aşura destûdarê parastinê li çend beşên bajêrê Musila bakura Iraqê tund bûye.
Hevdem hewla kuştina parlamantarekê Iraqê li wî bajarê hatîye dan.
Bo dirêjahîya agahîya derbarê rewşa bajêrê Musil, fayla dengî ya servey vê perê, rexê rastê, kilik bike.