Jêderên saxlemîya Felestînî dibêjin termê du kesan li bin tunelên herrifî hatin derînan li nêzîkî bajarokê Refeh li nêzîkî tixubê Misrê.
Ev herîşe jî piştî hêrîşeke havanîya grupeka çekdarîya Felestînî bû bi navê Komîteya Berevanîya Gelî bo ser başûra Îsraîlê. Çi ziyanên gyanî li wê hêrîşê nebûn.
Hejîyî gotinê ye herîşên muşekên çekdara bo ser Îsraîlê bi şêweyeke berçav kêm bûye piştî operasyona leşkerîya sê heftîya Îsraîlê bo ser devera Xezze li heyva yek.
Îsraîl radigihînet ku armanca wê operasyonê ragirtina hêrîşên muşekên grupa çekdar ya Hamas bûye ku devera Xezze kontrol diket.