Karbidestên Federalî roja sêşembîyê bizav kirin Amerîkîyan piştrast
bikin ku ew pêngavêt pêdivî radken jibo bersîv dana teşenekirina
înflûenzeya berazî bo nav Amerîka.
Senator Tom Harkinê Demokrat ji wilayeta Iowa, serokê Lijneya Dabînkirinê li Senata Amerîka
ku li ser pirsgirêkên saxlemîyê kar dike yekem kombûna lijneya li ser belavbûna nexweşîya Înfluenzeya Beraz saz da;
"Meraq û nîgeranîyek zahf heye ku mirov dikarît wê çendê tê bigehît
ew jî linav xelkê da ka sebaret wê pirsê rewşa me çiye gefa rûbirûyê me
dibît çiye, em çi karekî divîya bikeyn.
Bi
demek kin paş destpêkirina vê kombûnê serok Barack Obama nameyekê
hinart Kongresê ku têda dawa 1 milyar û pêncsed milyar dolarên zêdetir
dike bo qewî kirina bersiv dana Amerîka li hember belav bûna wê
nexweşînê.
Dr.Anthony Fauci, Rêveberê
Înstîtuya Netewî bo Alerjî û Nexweşîyên Belav li Navenda Netewîya
Saxlemîye gote kombûna li Senatê alîkarî hêj nihave li ser rê ye bo
peyda kirina derzîyeke çareserîyê li dijî vê nexweşîyê:
"Em pêşve diçîn pêngav bi pêngav ligel proseya berdest kirina vaksînekê li dijberê vê vîrûsa taybet."
Gelî guhdaran heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê raportê guhdarî bikin
ji kerema xwe re li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî, îro li bernama 1ê
nîvêşevê linav Nûçeyên Rojane guhdarî bikin.