Rêkxistîya Zêrevanîya Mafên Mirovan anku bi îngîlîzî Human Rights Watch raporta xwe ya salane li ser rewşa mafên mirovan li gelek welatan belav kirîye ku yek li wan welatan jî Turkîye ye.
Dinav raportê de hatîye ku rewşa mafên mirovan li sala 2008 anku ji sala 2007 heta niha li Turkîyê berev başîyê neçûye lê zêdetir berev xirabîyê çûye.
Parêzer û serokê Komela Mafên Mirovan (IHD) tayê Diyarbekirê Muharrem Erbey digel hevkar Kawa Kurmanc di hevpeyvînekê de dibêje rewşa mafê mirovna li Turkîye ji sala 1999 heta 2004 bi xêra Yekîtiya Ewropayê ve ber bi başîyê ve çû belê ji 2005 heta niha li herêma ku Kurd lê dijîn îşkence zêde bûye û binpêkirina mafên mirovan zêdetirîn li sala 2008an bûye.
Rêzdar Erbey dibêje ev sê salin ku kanuna mucadeleya dijî terorê hatîye guhartin û ji alîyê mafên mirovan rewş gelek xirab bûye, dewlet bi taybetî li herêma Kurdan çav û guhê xwe li polîs û leşkeran girtîye.
Parêzer Erbey herwisa di wê bawerîyê de ye ku Yekîtiya Ewropayê têklatîya xwe ya aborî bi Turkîye re ji mafên mirovan bi taybetî yên Kurdan girîngtir dibîne.
Heke hun bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe re li ser rupela Audioyên Kurdî guh bidine bernameya îro li nav nûçeyên rojane.