Karbidestên CIA ya Amerîka gotin milîtanên Pakistanî li deverên eşîrî bûne hevalbend digel El Qaîde bo plana hêrişa bikin û herwiha dijî hevalbendan li Afganistanê.
Wezîra Derveya Îsraîlê Tzipi Livni îro înê dê bête Washington bo domahî înana rêkeftina Amerîka û Îsraîlê, sebaret kêşeya qaçaxçîkirina çekan bo nav erdêÎsraîlê.
Li bernama This Week ya telfizyona ABC, birêz Obamayî got girtina zindana Gunatanamo ne bi sanahî ye weku xelk hizr lê dikin, lê li domahîyê her divîya bihête girtin.
Rêzdar Obama pêşnîyaz diket ku heta 800 milyar dolaran berdest biken bo proja da karêt nû peyda bibin, herwisa li ber e ku baca hikumetê li ser piranîya Amerîkîyan kêmtir biket.
Wî herwisa got dê jibo wî zehmet bit ku dergehê zindana Guantanamo Bay li Kuba daêxît, cihê ku niha zindanîyêt şerrê dijî terorê li wê derê têne ragirtin, lê soza xwe dubare kir ku ew dê wê navendê daêxît û gotAmerîka girtîyan îşkence nadet.
Birêz Richardson duhî yekşembîyê got ewî biryar da piştî desteya sondxwarê federal biryar da li ser bizavên siyasî ligel kompanyayekê kontraktên hikumetê li wilayeta wî bi destve înandî.