Fermandarê New Mexico Bill Richardson xwo ji berbijar kirina serokê nû hilbijartî Barack Obama bo Wezareta Bazirganîyê vekêşa.
Birêz Richardson duhî yekşembîyê got ewî biryar da piştî desteya sondxwarê federal biryar da li ser bizavên siyasî ligel kompanyayekê kontraktên hikumetê li wilayeta wî bi destve înandî.
Di beyannameyekê de birêz Richardson got ew rêveberîya wilayeta New Mexico ewa li başurê rojavayê Amerîka dikevit bi awayeke guncav û reftar digel hemu kêşan kirîye, lê herwisa got ev vekolîne wa heye heftîyan yan mehan vekêşit ya pişikdarîya wî li hikumeta Obamayî de gîro biket.