Piştî ku, li bajarê Wanê 3 zarokên malbata Koçyigit, ji ber şewba mirîşkan jiyana xwe ji dest dabûn, ji çar aliyê welêt, xebera mirina teyr û tilûran tê. Li rojava, li sê gundên bi ser bajarê Yozgatê, virusa şewbê hat dîtin. Wekî din gelek navçe di bin qarantîna de ye.
Waliyê Yozgatê Gokhan Sozer, da xuya kirin ku li hin gundan virusa şewbê hatiye dîtin. Wekî din hat ragihandin ku li Zonguldakê jî vîrus hat vedîtin û gun ketin karantinayê. Piştî ku, du werdekên kûvî, mirî hatibûn dîtin, li patexta Tirkiyê Enqereyê jî, firotina ajalên bi per û bask hat qedexe kirin.
Ji ber vê nexweşiyê, waliyên gelek bajarên li seranserî Tirkiyê qedexe kir ku ajalên bi per û bask bikevin bajaran û bêyî destûra veterîneran hebe nabe ku mirîşkên serjêkirî werin firotin. Di vê çarçoveyê de, walitiya Dêrsimê û Walitiya Batmanê jî firotina mirîşkan qedexe kir.
Li Mûşê jî, ji ber ku 35 mirîşkên li bajêr kom bi kom mirin, navçeyek û du gund ket karantinayê. Tê diyar kirin ku, ew li benda alavên ji wezareta çandiniyê hatiye şandin in ku dest bi îtlafa mirîşkan bikin. Waliyê Îxdirê Halil Ulusoy jî diyar kir ku, du zarokên ku bi gumana şewbê anîbûn nexweşxaneyê şandine Erziromê . Ulusoy wekî din got hemû bajêr ketiye karantinayê û ewê hemû sewalên bi per û bask îtlaf bikin.
Li Wanê jî, muduriyeta Çandiniyê, 8 kom ava kirin ku ev sê roj in, ji malan mirîşkan ber hev dikin. Tê diyar kirin mirîşkên ku tên berhev kirin li derveyî bajêr di çalan da vedişêrin û dora wan jî kirêç dikin. Rayedaran diyar kir ku tenê îro 200 mirîşk hatine îtlaf kirin. Li Entabê jî, bazarê mirîşkan tê defenfekte kirin. Pînikên mirîşkan jî tên kirêç kirin.
Rêkxisitna Tendurustiyê ya Cihanê, diyar kir ku virusa ku bûye egera mirina du zarokên li Tirkiyê, H5N1 e. Berdevka rêxistinê Maria Cheng got, di encama lêkolînê ku wan li ser mînakan hatibû kirin ku ji zarokên li Tirkiyê miribûn wergitine deketiye holê ku ew zarok ji ber şewba mirîþkan mirine.
Ji aliyê din de jî, wezîrê Tendurustiyê ya tirkiyê Recep Akdax got li dû raporên vê Rêkxistinê, virus bi tenê ji mirîşkan derbazî mirovan dibin, ji mirovana derbazî mirovan nabin. Wezîr wekî din diyar kir ku, heta niha li derveyî Wanê, misoger nîn e ku kesê ji ber vê nexweşiyê nexweş ketibe.
Lê Hat diyarkirin ku li stenbolê 3 kes, li Enqereyê dudu ji wan zarok sê kes û li Çorumê jî kesek ji ber gumana þewba mirîşkan rakirin nexweşxaneyê.