Cîgirê serokê nû hilbijartîyê Amerîka Joe Biden daxwaz ji Ereb, Kurd û Turkmenan kir ku kêşeyên xwe yên li ser bajarê Kerkukê ya bi niftê dewlemend bi rêyek aştîyane çareser bikin.
Biden roja sêşembîyê axift di dema seredana xwe da ya bo bajarê Kerkukê yê li bakur ku digel rêberên xwecihî kom bû û li pêşnîyarên wan guhdarî kir li ser kêm kirina kêşeyên netewî. Wî got çareser kirina kêşeya Kerkukê jibo Welatên Yekgirtîyên Amerîka gelek girîng e.
|
Abdulrahman Mustafa |
Li ser vê seredana cîgirê serokî bo Iraqê ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Muteber Şêrwanî digel parêzgarê Kerkukê Abdulrahman Mustafa axiftîye.
Birêz Mustafa dibêje Kurd daxwaz dikin ku Kerkuk bibe beşek ji Herêma Kurdistanê, Turkmen dixwazin ku Kerkuk bibe herêmeke serbixwe û Ereb jî dixwazin ku Kerkuk wek niha di bin îdara Bexda da bimîne. Bi dîtina rêzdar Mustafa jî çareser kirina kêşeya Kerkuk bi rêya maddeya 140 e, ku xelkê wê bi dengdan û referandumeke azad biryar li ser paşeroja wê parêzgehê bidin.
Heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê hevpeyvînê guhdarî bikin ji kerema xwe re li ser rûpela Audiyoyên Kurdî guh bidine bernameyên rojane yên radyoyê.