VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

16 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan

Pirsyarên Giştî yên Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) di Derbarê Înfluenza Balindeyan de

Di derbarê nexweşîya Teyr û Tewalan de Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (World Health Organization) hin pirsyar û bersivên wan amade kirine. Eger tu bixwazî bizanî ka ev nexweşî çi ye û çi metirsîyên wê hene li ser malpera Pişka Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka bala xwe bide vê wergerê.

1. Erê Înfluenza Avian çîye?

Înfluenza Avian an jî înfluenza balindeyan nexweşîyek e ku bi tenê tête vegirtin û veguhestin di nav teyr û tewalan de û adeten tesîrê li teyr û tewalan dike. Teyr û tewalên li nav malê dijîn bi vê nexweşîyê dibe sebeba egera peydekirina du rengên pilleyên nexweşîyê. Pilleya yekê, pilleyeke kêm û ya din jî ya bilind. Pilleya kêm bi tenê dibe egera nîşanên nexweşîyan û bi sanahî derbaz dibe. Pilleya bilind ji nişkê ve peyda dibe û bi awayekî zû û bi lez tête belav kirin di nav teyr û tewalan de û her wiha dibe sebeba nexweşîya du qat di nav laşê teyr û tewalan de û di demê 48 saetan pê dimrin.

<< Vegere jora rûpelê


2. Kîjan vîrus dibe sebeba nexweşîyan?

Vîrusa A ya înfluenza bi tenê vîrusa H5 H7 û bi çend cûrên din tête naskirin bi egera nexweşîya pilleya bilind. Lê ew jî serê sedî sed nîne ku ev vîrusa A hemî caran bibe sebeba serhildaya nexweşîyan. Belê li gora têgihîştinên niha vîrusa H5H7 ji vîrusa A dibe egera nexweşîya pilleya kêm di nav komeleya teyr û tewalan de. Demê ew nexweşî dikeve nav teyr û tewalan de ev vîrus dikare bête guhertin di demê çend mehan de bo nexweşîya pilleya bilind. Ji ber vê çendê ev nexweşîya H5H7 di nav teyr û tewalan de dibe cîhê putepêkirinê, her çend ku nîşanên wê gelek destpêkî be.

<< Vegere jora rûpelê


3. Erê teyr û tewalêt koçer vê vîrusê gelek belav dikin?

Hêşta bi dirûstî ne diyare kû çawa teyr û tewalêt koçer varosa vê nexweşîyê belav dikin. Kanî, cok û rûbar jêderên xweristine bo belav kirina hemû vîrusêt teyr û tewala kû renge bo bi sedan sale ew vîrus helgirtîye bêy kû çi ziyan hebin. 

<< Vegere jora rûpelê


4. Erê li ser nexweşîya teyr û tewalan niha çi heye?

Belav bûna vîrusa teyr û tewalan kû li nîva sala 2003 li başûra rojhelata Asya dest pêkir, ji hemû cara mezintir û bi zîyantir bû. Çi cara wekû vê carê hind welata ev vîrus wernegirtîye, ya bûye egrera mirina nêzîkî 150 milyon teyr û tewalan.

<< Vegere jora rûpelê


5. Çi welat ber vê nexwaşîyê keftine?

Ji nîva meha 12 sala 2003 heta serê heyva 2 sala 2004 nexeweşiya wan bi vîrusa H5N1 li heyşt welatên Asya hate ragehandin ew jî li Koreyê, Vîyetnamê, Japonê , Taylandê, Kambodîyayê , Komara Dîmûkrata Gelê Law, Endonesîya û Çîn. Çi cara li wan welatan berî niha belavnebûye. Li sere meha 8, 2004 vîrusa H5N1 li Malezya jî belav bû. Her wesa li Rûsya li sala 2005, paşî Kazaxistan , Mxolistan û li meha 10, 2005 li Tirkîye û Romanya.

<< Vegere jora rûpelê


6. Çi xeter li ser saxlemîya mirovan hene?

Vîrusa H5N1-ku ji goştê teyr û tewalan tê, du xeterên serekî li ser saxlemîya mirovan hene: Ya yekê weheye ji teyr û tewalan rastewxwe bigêhîte mirovan û bibîte eger bo nexweşîyeke giran. Kêm vîrusên înfluenza Avian mirov jî pê nexweş dibin. Vîrusa H5N1-eger bûye bo jimareka nexweşîyan dinav mirovan da. Ne wekku înfluenza adetîye ku ji ber guhorînêt demêt salê û sarîyê û germê di nav sîstema bêhn helkêşanê de peyda dibît. Lê nexweşîya ku ji vîrusa H5N1 tête vegirtin ya giran e û mirov pê dimirin û dibîte eger bo nîmonyayê anku kul bûna sîpelanka û ji kar êxistina çend alîyên din ji sîstema berevanîya laşeê mirovan.

Pitir ji nîva mirovên ku ev vîrusa vegirtî mirîne. Piranîya wan jî zarok û cihêlên nûgeh bûne.

Xetera duê hêşta xirabtir e ji ya yekê; ew jî ewe heke vê vîrusê pitir derfet hebî dê bîte eger bo kul bûn û brînên giran di nav laşên mirovan da û dê bi zanahî mirov ji hevdû vegirin. Eve jî dê bîte egera belavbûna êşekê fireh li seranserî cîhanê.

<< Vegere jora rûpelê




7. Ev nexweşîye bo yekemîn car li kî ve mirovan vegirt?

Li dû vekolînên ezmungehan li 4 welatan ev vîrusa peyda bibûn di nav laşên mirovan de ew jî ; Kambodya, Endonêsya, Tayland û Vîyetnam. Li Hong Kong du kesan vîrus vegirtibû. Li sala 1997ê û yekemîn car ku mirovan ev vîrusa vegirtî 18 kesan vetirtibû û 6 ji wan miribû. Li destpêka sala 2003 du kesan li malbatekê li Hong Kong ev vîruse vegirtibû, yek ji wan miribû. Ew jî paş seredana başbûna Çînê bû.

<< Vegere jora rûpelê


8. Çewa mirov vê vîrusê vedigre?

Bi rêka xwarin an dest lêdana goştê teyr û tewalan yên ku vîrus lê heye an jî dest kirina tiştên ku ew vîrus gehîştîye ji ber pîsatîya teyr û tewalan.

Heta nûke piranîya mirovên ku ev vîrusa vegirtî li gunda bûne ku malbat hindek teyr û tewalan li malên xwe bi xudan diken û li rexên malan tên û diçin û hindek caran diçine nav malan de jî an jî cîyêt ku zarok yarîya lê dikin. Vêca demê wan teyr û tewalan gelek vîrus di nav pîsatîya wan de hebît îhtîmale mirov jî wê vîrusê li wan cîhan vebigrin. Her wisa gelek malbat li Asya teyr û tewalan bo dahatîyê xwe bi xudan dikin an jî bo xwarinê li mal. Gelek malbat jî teyr û tewalêt vekuştî difroşin demê nîşanên nexweşekê lê dîyar dibin. Şareza dibêjin çareserkirina vê kiryare jî ya bi zehmet e.

<< Vegere jora rûpelê


9. Gelo meriv goşt û hêkên mirîşk, teyr û tewalan bixo an na?

Başe, meriv dikare goşt û tiştên ji van heywanan çêdibin bixo lê belê li welatên ku ev nexweşîya teyr û tewalan lê belav bûye lazime meriv bala xwe baş bide hin tiştan. Li deverên ku ev nexweşîn belav nebûye piştî ku meriv ew goşt û berhemên teyr û tewalan wek hercar çewa baş paqij dike û baş dipijîne wê demê meriv dikare bi dilekî rehet bixo bêy tirsa ku dê vîrusa H5N1 ya wê êşê bi meriv bikeve.

Li deverên ku ew şop û nexweşîn lê belav bûne dîsa meriv dikare goşt û hêkên wan heywana bixwe belê bi şertê ku bo pêjanê baş bê kelandin an jî bê pijandin û li gorî usula wê bê amade kirin. Vîrusa H5N1 li hember germahîyê hessas e. Germahîya ku hercar meriv bi kar tîne bo pijandinê ( ku hundir û derveyê goşt li ser 70ºC germahîyê bê pijandin) vîrus pê tê kuştin. Lazime goşt hemu, hem ji hundirê wê û hem jî dervayê wê goşt baş bê pijandin. Lazime goşt heta ku li tu perçê goşt rengê pembe nemîne bê pijandin û hêk jî heta ku zerika wê hişk bibe bê pijandin.

Divê heya gel ji vê yekê jî hebe; dema ku goşt û berhemên van teyr û tewalan ji bo pijandinê tên amade kirin lazime ava wan li tu tiştekî ku wê bi xavî bê xwarin nekeve. Kesên ku wê ji bo pijandinê goştê xav amade bikin lazime destê xwe baş bişon û cîyên ku goştê xav lê ketîye an jî bi hêkên wan heywanan herimî be jî paqij bikin û baş bişon. Ava germ û sabûn ji bo vê paqijkirinê bese.

Li herêm û deverên ku nexweşî û şopa mirîşk û teyr û tewalan lê belav bûye lazime hêk bêy ku bên pijandin di nav xwarinan de bixavî neyêne xwarin.

Ev nexweşîya teyr û tewalan bi xwarina pijandî belav nabe. Heta îro li tu deverê kes bi xwarina pijandî bi vê nexweşîyê neketîye. Her mirîşkên ku bi vê nexweşîyê ketibûne jî dema goştê wan û hêkên wan baş hatîye pijandin û xwarin kes pê nexweş neketîye.

<< Vegere jora rûpelê



10. Gelo vîrus bi hêsanî ji teyr û tewalan derbazî mirovan dibe?

Na. Belê heta niha ji nav mirovan jî zêdeyî 100 kes bi vê nexweşîyê ketine lê dema meriv hejmara heywanên ku bi vê nexweşîyê ketine û hejmara merivên ku bi vê nexweîşyê ketine dide ber hev balkêş e ku hejmara merivên bi nexweşîyê ketine gelek kêmtir e li ber heywanên ku nexweş ketine bi taybetî jî li cîyên ku adet e xelk mirîşk û teyr û tewalan li kox û baxçeyên xwe xweyî dikin. Belê hêj nehatîye fam kirin ka gelo çima merivên ku vîrus gihîştye wan hin ji wan bi nexweşîye ketine û yên din bi nexweşîye neketine..

<< Vegere jora rûpelê


11. Baş e tirsa belav bûna bê sînorîya vê nexweşîyê çi ye?

Nexweşîyeke vegir ya giştî bi sê şertan destpêdiket – viruseke nû derdikevît, mirov wê vedigirin û nexweş dikevin û mirovên dî wê nexweşîyê jê vedigirin. Vîrusa H-5-N-1 du ji wan şertan hene – Ew ji mirovan ra vîruseke nû ye û hêj li nav mirovan bi awayekî berfireh belav nebûye û pêtir ji 100 mirovan ew vegirtîye û nêzîkî nîvîya wan mirovan bi wê nexweşîyê mirîne. Lê heger H5N1 bibîte vîruseke vegir ji mirovan bikarît bigehîte mirovên dî, çi kesî berevanî ji wê êşê nîne.

Vêca hemî şertên ku ji bo belavbûna nexweşîyeke vegir ya giştî pêwîst pêkhatîne ji bilî yekê: ku mirov wê êşê ji hevdu vegirin. Hindî ku mercên nexweşbûna mirovan hebin, ew îhtîmal dê her hebît. Ji ber belavbûna wê nexweşîyê ji teyrûtewalan, ew xeter dê bi çend salên tên her wekî xwe bimînît.

<< Vegere jora rûpelê


12. Çi guhartin pêwîst in ku H-5-N-1 bibîte vîrûseke vegir ku mirov wê ji hevûdû vegirin?

Ew vîrus çêdibît ku bi du rêyan ji mirovekê bigehîte mirovên dî. Yek ji rêyan ew e ku heywanek an mirovek du cureyên vîrûsê her duyan vegirît û ew vîrûs di nav şaneyên heywanekê an yên mirovekê da pêkve bimehin û vîruseke nû biafirînin. Ew vîrûsa nû çêdibît bibîte vîrûseke vegir û ji wî heywanî an mirovî xwe bigehînîte mirovên dî.

Bi rêya duwem, H5N1 çêdibît ji ya yekem hêdîtir biguhorît û bi nexweşbûna mirovên dî, ew xwe çêtir bi şaneyên mirovan verisûnît. Lê demê wê guhartina hêdî ya vîrûsê belkû pêtir derfeta dinyayê hebît ji bo peydakirina çarêyekê ji bo bersing girtina wê vîrûsê.

<< Vegere jora rûpelê



13. Girîngîya vegirtina sînordar ya wê vîrûsê ji mirovan bo mirovên dî çî ye?

Gelek kêm caran bît jî, li demê nexweşbûna mirîşkan ji mirovan vegirtina vîrûsa H5N1 û vîrûsên dî yên nexweşîyên vegir qewimîye, lê ew ne cihê alozîyê ye. Çi caran ew vîrûs ji koma pêşîn derbas nebûye û negiheştîye mirovên wêvetir an li nav civakê nexweşîyeke giştî hilneêxistîye. Ji agehdarîyên ji wan bûyeran dîyar e ji bo wesa nexweşbûna kesekî têkilîyeke pir nêzîk bi mirovê nexweş ra hewce ye. Divêt bi kûrûdûrû lêkolînê li ser wan bûyeran biken lê hindî ku ew lêkolîn nîşan biden ku jimara kesên ku ew vîrûs vegirtî ne sînordar e, bûyerên wesa nirxandina giştî ya Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî li ser xetera hilketina nexweşîyeke vegir ya giştî naguhorît. Bi çend caran endamên heman malbatê êşa balinde vegirtîye. Lê gelek caran zanyar nikarin bizanin ka wan endamên malbatê ew vîrus ji heman hewyanê û jêderên jîngehê vegirtîye, an ji hevdû vegirtîye.

<< Vegere jora rûpelê


14. Ev nexweşîye çend xeter e?

Înfluenza teyr û tewalan nexweşîyeke gelek bi xeter e. Piştî vîrusa H5N1 li gelek deverêt Asya belave bûyî, gefa hindê heye ku mirov pitir wê nexweşîyê vegre. Hindî mirov pitir giriftarî wê vîrusê bibindê pitir di nav mirovan de belave bit. Vê domahîyê vîrusa H5N1di nav teyr û tewalêt kehî û kîvî belav bû, û eve bûye eger ku mirov pitir nexweş bibin.

<< Vegere jora rûpelê


15. Erê Egerêt dî hene ku cîhê xem û alozîyê bin?

Belê çend eger û sebeb hene. 

  1. Qaz û werdekêt xomalî dişên vê vîrusê vegrin bêy ku li wan dîyar bit ku nexweşin.  Di encam da vîrusa wê nexweşîyê bi bêdengî di nav teyr û tewalêt dî belav dikin.
  2. Heke berê xwe bideyne vîrusa H5N1 ji sala 1997 heta serê sala 2004ê dê bînin ku di nav mişkêt bo ceribandinê ew vîrus vegirtîne gelek bi xetertir e û bo demekî dirêjtir li jîngehê dimînit.
  3. Waye dîyar e ku vîrusa H5N1 nûke wan gîyanawera jî vedigrit ku berê dişîyan xwe li ber wê vîrusê bigrin.
  4. Li bahara 2005ê 6000 teyr û tewalêt koçer li naverasta çînê ji ber vîrusa H5N1mirin ku eve jî bo wê herêmê ne adetî bû.  Berî hingî hatibû bihîstin ku sala 1961ê li başûra Efrîqa ji ber vîrusa H5N3 û li Hong Kong li zivistana 2002 û 2003 teyr û tewal ji ber vîrusa H5N1 miribûn.

<< Vegere jora rûpelê


16. Ji ber çi mirov ji van nexweşîya ditirse?

Înfluenza teyr û tewalan bi sanahî belav dibit, û demê li erdekî belav bû dişêt zî li welatêt din jî belave bit, bi taybet bi rêka hatin û çûna xelkî bi firokan. Nûke weye dîyar e hemî welatan ji ber vê nexweşîyê xo amade kiriye û pêngav havêtine ku nehêlin ev nexweşîye li welatêt wan belave bit û heke belave bû, divîya çi bikin.

<< Vegere jora rûpelê


17. Giringtirîn nîşan û berjengêt dest pê kirna nexweşîyê çine?

Berjenga herî giring ya dest pê kirna nexweşîyê ewe demê jimareka xelkî, li yek cihî û demekê kurt, nîşanêt wekhevêt nexweşîyê hene, manaya vê jî ewe ku vîrusa nexweşyê li mirov bu mirovî dête veguhastin. Herwesa tuşbûna karmendên saxlemîyê eger çareserîya nexweşêt tûşbuyî vayorsa H5N1 biken, nîşana veguhastina nexweşîyê li mirovane. Piştî serheldana van nîşana, tivye yekser lêvekolîn liser her keysekê bi cûda bête kirn da ew nexweşî bête piştrast kirn û jêderê nexweşîyê bête dyar kirn.

<< Vegere jora rûpelê


18. Piroseya pêşve birn û berhem înana derzî ya dijî nexweşîyê gehiştîye kîve?

Derzîyêt dijî nexweşîyê hêşta ne amadene. Hersal derzî bu persîvêt werzî dêne berhem înan, lê mirovî dijî nexweşîyê naparêzin. Herçende derzî dijî vîrusa H5N1 li jimareka welatan dête pêşve birn, lê ev derzîye li bazarêt dermansazîyê bu firutine ne amadene û we bawer nahête kirn ku heta belav bûna naxweşîye ev derzîye bi alyekê ber fireh nehête beş kirn.

<< Vegere jora rûpelê

19. Jı bo saxkirina nexweşîyê çi derman henin?

Du dermanên hene (ku herdu jî celb û cûrên ji dermanên zekemê ne) dikarin şiddet û dema vê nexweşîyê dema ku di demsalan de peyda dibe kêm bikin. Ev herdu dermanên ku yek jê navê wê Oseltamivir e (lê li dikkanan bi navê Tamiflu tê firotin) û ya din jî navê wê Zanamivir e (û ev jî li dikkanan bi navê Relenza tê firotin). Tesîr û fêyda van dermanên zekemê ango persîvê heye eger di destpêka nexweşîyê de, 48 saet piştî îşaretên nexweşîyê xuya bikin bên vexwarin. Celeba vê nexweşîyê ya ku bi merivan re çêdibe eger derman di destpêka nexweşîyê de bê bikaranîn dibe ku meriv pê sax bibin lê belê hêj agahîya li ser vê mijarê gelekî kêm e di saxberîyê de. Wisa çaverê tê kirin ku vîrusa H5N1 li hember dermanên zekem ango persîvê sist û hessas be. Canê însan dibe ku li hember dermanên zekemê xwe bi parêze û nehle tesîra derman bigihîjê belê kêm caran tiştên bi vî awayî çêbûne û di dema belavbûna vê nexweşîyê de dibe ku bi hin kesan re ev rewş bê dîtin.

Dibe ku cureke kevn ya dermanên li dijî persîv ango zekemê yên ku di saxberîyê de ji wan re dibêjin inhibitorên M2 yên bi navên Amantadine û Rimandtadine ji bo vê nexweşîya belav bên bi karanîn belê bedena merivan li dijî vanan dikare zûbizû xwe biparêze û tesîra wan ji binî hilîne. Hin meriv, hêj ji vêga ve canê wan dest bi xwe parastinê kiriye li hember van dermanan belê eger vîrus tevlî hev bibe dibe ku tesîra dermanên bi inhibitor M2 li serê hebe.

Pirsgirêka çêkirina dermanên zekemê yek jê çêkirina wan gelek kêm e û ya din jî ku çêbikin jî bi buhayeke gelek giran têne firotin. Bi derfetên vê demê yên ku ev dermana bi navê Oseltamivir pê bên çêkirin (her ku çar qat zêde jî bûne) tenê meriv dikare %20ê nexweşên li hemu dinyayê pê sax bike. Çêkirina Oseltamivir gelekî li hevketî ye û dem jê re lazime û ne hêsan e ku ji bilî cîyê ku lê çêdibe li cîyên din jî bên çêkirin.

Heta vê demê rewşa herî giran di nav nexweşan de ya ku xelk pê mirine ji ber tesîra vîrusê bûne û bi antîbîyotîkan nayêne saxkirin. Belê her ku ev zekem bi kêm girtina sîpelankan yegcar li hev dikeve jî antîbîyotîk dikarin meriv ji mirinê xelas kin di dema dereng ya nexweşîya firikê da. Rêkxistîya Saxlemîyê ya Cîhanî şîretê li welatan dike ku berî nexweşî lê destpêbike çiqas dikarin bila ewqas antîbîyotîkan li welatê xwe zêde derînin.

<< Vegere jora rûpelê


20. Rêkên bersîngirtina nexweşîyê çine?


Kes nizanît ka ev nexweşye dişêt bête ragirtin an ne. Baştirîn rêk bu bersîngirtina nexweşîyê ew e ku vîrus ji balindeha bête jinav birin. Lê şik û gûman hene ku ev bizav li paşerojeka nizîk bi serkeve.

Heta destpêka sala 2006 dê dermanêt dijî nexweşîyê bi destê Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî keve ku nizikî têra 3 milyon kesan diket. Ev dermane dişêt bête bikar înan li demê belav bûna nexweşîyê bu kêm kirina metirsîya nexweşîyê û ragirtina belave bûna wê, heta gehiştina derzîyêt dijî vê nexweşîyê. Serkefitina vê rêkê ku çi caran nehatîye taqî kirin an ceribandin li ser cûr û karvedanêt vîrusê dimînit ku neşêt pêş wext bête zanîn. Serkeftina vê piroseyê herwesa li ser çewanîya zêrevanî kirin û pêdaçûna nexweşîyê dimînit.

<< Vegere jora rûpelê


21. Çi pêşnîyazîyêt Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî hene bo Êşa Mirîşkan?

Li meha heyşt ya sala 2005ê Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî çend belgename şandin bo pêşnîyaz kirina agahdarîyên di derbarê xwe parastina ji Êşa Mirîşkan û digel çend şîretan ku welatên cîhanê wergirin bo parastinê ji vê nexweşîyê.

<< Vegere jora rûpelê


22.  Erê Cîhan amadeye bi rengekî temam bo parastinê dijî nexweşîya mirîşkan?

Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî dibêje cîhan ne amade ye bo rawestandina nexweşîyê û dibêjit rêkxistîyê huşdarî da hemî welatêt cîhanê bo parastinê belê bes 40 welatan bersiva wan da û rêkêt parastinê wergirtin belê welatêt dî çi rêkêt parastinê ne wergirtin. Gelek welatêt cîhanî yêt hejar neşên dermanan û aletêt parastinê bikirin yan jî hebin û eve alozîyeke girîng e bo me hemîyan.

<< Vegere jora rûpelê