7. Ev nexweşîye bo yekemîn car li kî ve mirovan vegirt?
Li dû vekolînên ezmungehan li 4 welatan ev vîrusa peyda bibûn di nav laşên mirovan de ew jî ; Kambodya, Endonêsya, Tayland û Vîyetnam. Li Hong Kong du kesan vîrus vegirtibû. Li sala 1997ê û yekemîn car ku mirovan ev vîrusa vegirtî 18 kesan vetirtibû û 6 ji wan miribû. Li destpêka sala 2003 du kesan li malbatekê li Hong Kong ev vîruse vegirtibû, yek ji wan miribû. Ew jî paş seredana başbûna Çînê bû.
<< Vegere jora rûpelê
8. Çewa mirov vê vîrusê vedigre?
Bi rêka xwarin an dest lêdana goştê teyr û tewalan yên ku vîrus lê heye an jî dest kirina tiştên ku ew vîrus gehîştîye ji ber pîsatîya teyr û tewalan.
Heta nûke piranîya mirovên ku ev vîrusa vegirtî li gunda bûne ku malbat hindek teyr û tewalan li malên xwe bi xudan diken û li rexên malan tên û diçin û hindek caran diçine nav malan de jî an jî cîyêt ku zarok yarîya lê dikin. Vêca demê wan teyr û tewalan gelek vîrus di nav pîsatîya wan de hebît îhtîmale mirov jî wê vîrusê li wan cîhan vebigrin. Her wisa gelek malbat li Asya teyr û tewalan bo dahatîyê xwe bi xudan dikin an jî bo xwarinê li mal. Gelek malbat jî teyr û tewalêt vekuştî difroşin demê nîşanên nexweşekê lê dîyar dibin. Şareza dibêjin çareserkirina vê kiryare jî ya bi zehmet e.
<< Vegere jora rûpelê
9. Gelo meriv goşt û hêkên mirîşk, teyr û tewalan bixo an na?
Başe, meriv dikare goşt û tiştên ji van heywanan çêdibin bixo lê belê li welatên ku ev nexweşîya teyr û tewalan lê belav bûye lazime meriv bala xwe baş bide hin tiştan. Li deverên ku ev nexweşîn belav nebûye piştî ku meriv ew goşt û berhemên teyr û tewalan wek hercar çewa baş paqij dike û baş dipijîne wê demê meriv dikare bi dilekî rehet bixo bêy tirsa ku dê vîrusa H5N1 ya wê êşê bi meriv bikeve.
Li deverên ku ew şop û nexweşîn lê belav bûne dîsa meriv dikare goşt û hêkên wan heywana bixwe belê bi şertê ku bo pêjanê baş bê kelandin an jî bê pijandin û li gorî usula wê bê amade kirin. Vîrusa H5N1 li hember germahîyê hessas e. Germahîya ku hercar meriv bi kar tîne bo pijandinê ( ku hundir û derveyê goşt li ser 70ºC germahîyê bê pijandin) vîrus pê tê kuştin. Lazime goşt hemu, hem ji hundirê wê û hem jî dervayê wê goşt baş bê pijandin. Lazime goşt heta ku li tu perçê goşt rengê pembe nemîne bê pijandin û hêk jî heta ku zerika wê hişk bibe bê pijandin.
Divê heya gel ji vê yekê jî hebe; dema ku goşt û berhemên van teyr û tewalan ji bo pijandinê tên amade kirin lazime ava wan li tu tiştekî ku wê bi xavî bê xwarin nekeve. Kesên ku wê ji bo pijandinê goştê xav amade bikin lazime destê xwe baş bişon û cîyên ku goştê xav lê ketîye an jî bi hêkên wan heywanan herimî be jî paqij bikin û baş bişon. Ava germ û sabûn ji bo vê paqijkirinê bese.
Li herêm û deverên ku nexweşî û şopa mirîşk û teyr û tewalan lê belav bûye lazime hêk bêy ku bên pijandin di nav xwarinan de bixavî neyêne xwarin.
Ev nexweşîya teyr û tewalan bi xwarina pijandî belav nabe. Heta îro li tu deverê kes bi xwarina pijandî bi vê nexweşîyê neketîye. Her mirîşkên ku bi vê nexweşîyê ketibûne jî dema goştê wan û hêkên wan baş hatîye pijandin û xwarin kes pê nexweş neketîye.
<< Vegere jora rûpelê
10. Gelo vîrus bi hêsanî ji teyr û tewalan derbazî mirovan dibe?
Na. Belê heta niha ji nav mirovan jî zêdeyî 100 kes bi vê nexweşîyê ketine lê dema meriv hejmara heywanên ku bi vê nexweşîyê ketine û hejmara merivên ku bi vê nexweîşyê ketine dide ber hev balkêş e ku hejmara merivên bi nexweşîyê ketine gelek kêmtir e li ber heywanên ku nexweş ketine bi taybetî jî li cîyên ku adet e xelk mirîşk û teyr û tewalan li kox û baxçeyên xwe xweyî dikin. Belê hêj nehatîye fam kirin ka gelo çima merivên ku vîrus gihîştye wan hin ji wan bi nexweşîye ketine û yên din bi nexweşîye neketine..
<< Vegere jora rûpelê
11. Baş e tirsa belav bûna bê sînorîya vê nexweşîyê çi ye?
Nexweşîyeke vegir ya giştî bi sê şertan destpêdiket – viruseke nû derdikevît, mirov wê vedigirin û nexweş dikevin û mirovên dî wê nexweşîyê jê vedigirin. Vîrusa H-5-N-1 du ji wan şertan hene – Ew ji mirovan ra vîruseke nû ye û hêj li nav mirovan bi awayekî berfireh belav nebûye û pêtir ji 100 mirovan ew vegirtîye û nêzîkî nîvîya wan mirovan bi wê nexweşîyê mirîne. Lê heger H5N1 bibîte vîruseke vegir ji mirovan bikarît bigehîte mirovên dî, çi kesî berevanî ji wê êşê nîne.
Vêca hemî şertên ku ji bo belavbûna nexweşîyeke vegir ya giştî pêwîst pêkhatîne ji bilî yekê: ku mirov wê êşê ji hevdu vegirin. Hindî ku mercên nexweşbûna mirovan hebin, ew îhtîmal dê her hebît. Ji ber belavbûna wê nexweşîyê ji teyrûtewalan, ew xeter dê bi çend salên tên her wekî xwe bimînît.
<< Vegere jora rûpelê
12. Çi guhartin pêwîst in ku H-5-N-1 bibîte vîrûseke vegir ku mirov wê ji hevûdû vegirin?
Ew vîrus çêdibît ku bi du rêyan ji mirovekê bigehîte mirovên dî. Yek ji rêyan ew e ku heywanek an mirovek du cureyên vîrûsê her duyan vegirît û ew vîrûs di nav şaneyên heywanekê an yên mirovekê da pêkve bimehin û vîruseke nû biafirînin. Ew vîrûsa nû çêdibît bibîte vîrûseke vegir û ji wî heywanî an mirovî xwe bigehînîte mirovên dî.
Bi rêya duwem, H5N1 çêdibît ji ya yekem hêdîtir biguhorît û bi nexweşbûna mirovên dî, ew xwe çêtir bi şaneyên mirovan verisûnît. Lê demê wê guhartina hêdî ya vîrûsê belkû pêtir derfeta dinyayê hebît ji bo peydakirina çarêyekê ji bo bersing girtina wê vîrûsê.
<< Vegere jora rûpelê