Civata Tenahîya Neteweyên Yekgirtî biryarek derbaz kir sebaret ku daxwaza agirbeseka nû li navbera Îsraîl û milîtanêt Hamas li Devera Xezze diket.
Amerîka dûrî ji wê dengdanê ye belê 14 welatên din li Civatê biryar li duhî pêncşembîyê derbaz kirin.
Ew pîvane daxwaza rêzgirtineke temam dike û herwiha rêkeftineke bihêz ku bibe sebeba vekêşana temamîya hêza Îsraîlê ji Devera Xezze.
Ew biryare herwiha behsa parastina Îsraîlê diket û daxwazê diket bo bi dawî înana avêtina mûşekên Hamasê. Biryar herwiha daxwazê diket li Neteweyên Yekgirtî bo harîkarîya misoger kirina bo rawestandina agirbestê; ji wan rêkeftineka çekên neqanunî û qaçaxçî ji alîyê Hamasê ve.
Tevî kiryara Neteweyên Yekgirtî ew dê li ser Hamas û Îsraîl bimînin, biryarê bidin bo rawestandina bizavên xwe yên leşkerî.
Karbidestên Neteweyên Yekgirtî dibêje bêtir ji 750 kesan li erdê Filistînîyan hatine kuştin û 1/3 ya wan zarok. Li duhî pêncşembîyê Ajansa Harîkarîya Neteweyên Yekgirtî kiryarekê li Devera Xezze rawestandîye û dibêje ev jî jiber ya ew dibêje xetera ji alîyê leşkerê Îsraîlê ve.