Hêrişa Îsraelî li dijî armancên Hemasê bo roja 16-ê ser yek berdewame û bi kêmî ve 16 Felestînî roja yekşembî li Kerta Xeze hatin kuştin, di demekê de ku civaka nêvneteweyî bi berdewamî dawa agirbestê dike.
Tank û firokên Îsraelî roja yekşembî hêriş kire ser armanca li dervey bajêrê Xeze, hevdem çekdarên Hemasê muşekên dijî tanka havêtine hêzên hêrişber.
Karbidestên saxlemî li herêma Felestînî dibêjin zorîna qurbaniyan xelkên sivilin.
Îsraelê ragehand ku xelkên sivil nakete armanc û çekdarên Hemasê gunehbar diken bi bikar anîna deverên avedanî ji bo encam dana hêrişên muşekî.
Ewêt dest pêkirina hêrişa Îsraelî, 13 Îsraelî hatîne kuştin, ku 10 ji wan serbazên.
Karbidestên saxlemî li Xeze dibêjin nizîkî 850 Felestînî ewêt roja 25 meha 12 hatîne kuştin.