Wezareta Derveya Amerîka dibêjît Iraqê Amerîka piştrast kirîye ew bi xurtî endamêt grupek serhildayêt Îranî nadete destê wî welatî ku ji demê desthilata Seddam Huseynî ve li Iraqê bicîhne.
Peyivdarekî Wezareta Derve Robert Wood roja çarşembîyê gote rojnamevanan ku nêzîkî 3500 endamêt grupa qedexekirîya Îranî bi navê Mucahiddîna Xelk bi xurtî berev Îranê nahêne hinartin li cihê ku dûr nîye ew bêne zindanî kirin yan jî berev rûyê rewşek xirabtir bibin.
Axaftinêt wî tenê çend rojan piştî hindê tên ku karbidestên Iraqî gotin ew grupe divîya bête derkirin.
Mucahiddînê Xelk ya Îranê li salên 1960an hatîye damezirandin weku rikeberek Şahê berê yê Îranê. Ew grupe li sala 1970, piştî şoreşa Îranê hate der kirin û carek din xwe li Iraqê serî hev kir û kefte jêr parastina Saddam Huseynî. Wê grupê li Îranê êrîş pêkanîne ku têda karbidestên hikumetê û hêzêt parastinê hatine kuştin.