Bernama Saxlemîyê:
Xwendevanên hêja, ji bilî vê rûpela me eger hun bixwazin di derbarê sihhet û saxlemîyê de zêdetir agahdar bin hun dikarin li ser radyoyê jî guh bidin Bernameya Saxlemîyê. Ev bername li ser Radyoya Dengê Amerîka li Pişka Kurdî hemu rojên duşembîyê, di bernameya demjimêr 12ê nîvro bi dema Washington de tê belav kirin. Di bernamê de ji alî hevkarê me Wrya Kalle ve hevpeyvîn tên kirin digel nûjdarên Kurd li seranserê cîhanê, sebaret nexweşî yên belav, çareserkirina wê û xweparastina ji van nexweşîna. Di bernamê de her heftî babetên cûda tên belav kirin. Eger hun jî bixwazin bernameyek taybetî li ser nexweşîneke ku bala we kişandibe bê amade kirin, bi rêya telefon, e-mail û faksê daxwazên xwe ji me re bişînin. Numereyên telefon û faksê li jêr, di rupela bi navê "Peywendî" de ye. Em hêvîdarin ku hun hemu rojên duşembîyan guhê xwe bidin Bernama Saxlemîyê û sûd û feydê ji bernama me wergirin.