Lêvekolê Wezareta çandê ya Amerîka dibêje di destê wan de tu planên ku karibin pê înfluenza balindeyan di nav balindeyên ku li dikkanan tên firotin kifş bikin tuneye.
Karbidestên girêdayî lêvekolê giştî di hesaba dawî ya wezaretê de pê deranîne ku pîşesazîya teyr û tewalan ango balindeyan ji bo nexweşîyê bala xwe didin hemu heywanan belê dibêjin test û ceribandinên ji bo nexweşî pê dîyar bibe ne mecbûrîye û tu rê tunene ku hikumet bi ew encam bihisînin.
Ajansa Peyamên Associated Press gotina peyivdareke Wezareta Çandê xanim Karen Eggert belav kiriye ku dibêje ev tiştên ku di hesaba wezaretê de derketine holê karê xwe amade kirin û peyda kirina çareyên ji nexweşîya înfluenza balindeyan re bi pêşve xistîye.
Di vê navê de îro li Endonezyayê şarezayê saxlemîya heywanan Peter Roeder got ji Endonezyayê re 50 milyon dolar lazime ku di nav sê salên bên de li hember nexweşîya înfluenza balindeyan li berxwe bide.
Roeder dibêje bi vî pereyî wezareta çandê ya Endonezya wê karibe çêtir vekolînan bike, li ser çareyên wê bernameyan çêbike.
Li Endonezyayê 39 kes ji ber vîrusa H5N1 mirine. Tenê Vîetnam bi mirina 42 kesan li pêşîya Endonezyayê ye.