Sernivîs – Serok Bush basê rêkeftinên parastin û sitratîjî digel Iraqê diket
21/12/2008
Serok George Bush li van dawiyan çû seredana Iraqê bo
mor kirina du rêkeftinêt giring yêt
Serok George W. Bush.
siyasî.
Ya yekê rêkeftina parastinê ye.Ev belgename rêkê dete hêzêt Amerîkî û
karbidestêt wizareta beravanîya Amerîkî berdewam bin liser parastin û
piştevanyadimokrasiya Iraqê demê muleta
Netewêt Yekgirtî bi dawî têt li domahiya ev sal.Ew rêkeftin herwisa muletekê diyar diket bo
vekêşana hêzêt Amerîkî ji Iraqê, ku derfeta wê vekêşanê heye jiber baş bona
destûdarê parastinêbi rêka destkeftêt
hêzêt parastina Iraqê û hevalbendêt wan yêt Amerîkî û yêt dî.
Şîretvanê parastina niştîmanî yê
Amerîka Stephen Hadley got “ev belgenamaka girine, ez hizir dekem bitinê
belgenameye li cihana Erebî, ko mişt û mir û danûstandin liser hat kirin li perlemanekê
helbijartî û paşî hat derbaz kirin.Rêzdar Hadley got rêkeftina parastinê nimoneka berkeftîye liser pişveçûna
kemala sîyasî û tenahîyê li Iraqê.
Rêkeftina duwê ko alîkariyê diket li
pêşve birina têkelîyêt stratîjî navbera Iraqê û Amerîka, rêkeftina stratîjî bo
paşerojê, ko têkelyaka dostanîyê û hevkarîyê pêktînit di navbera Amerîka û Iraqê
diwarêt aborîyê, diplomatî, kultorî û parastinê da.Serok Bush got li dîv vê rêkeftinê, em pêkve kar
dikeyn bo Iraq û herêmeka tenah tir û bo pişve birina bazerganî û kardarî
navbera herdu welatan.Em dê bizavê keyn
bo xurt û bihêz kirina instituyêt dîmorkratîk.
Zêde kirina şîyana hêzêt parastina
Iraqê û jimara hêzêt Amerîkî ber û berhemê xwe da û derfet û delîve bo pêşve birina
siyasî û parastinê peyda kir.Serok Bush
got, evro alozkarî bi awayekê berçav kêm boye, El Qayde ji penagehêt xwe hatîne
derêxistin.Sunnî, Shia û Kurd pêkve
liser mêzekê di rînexarê da bi aştî nexşa paşeroja vî welatî danin.
Dîtina Iraqeka bihêz, bi şîyan û dimokratîk
dê hêzeka azadîyê û aştîyê bit li nîva Rojhelat Navîn ya dibite rastîyek. Serok
Bush got bi mor kirina rêkeftina parastinê u rêkeftina stratîjî, Amerîka ya
nîşa gelê Iraqê didet ko Welatêt Yekgirtî yêt Amerîka xudan gotina xwe ye û em
yê nîşa xelkê Rojhelata Navîn di deyn ko Amerîka bi rijtî piştevana azadîyê,
dadperwerîyê û aştîyê ye.