VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

09 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Sernivîs Ev sernivîsa ku win dixwînin bîr û bawerîyên Welatên Yekgirtîyên Amerîka tîne zimên
Welatêt Yêkgirtiyêt Amerîkî balyozxana xwe li Iraqê vekir
08/01/2009

Welatêt Yêkgirtiyêt Amerîkî balyozxana xwe li Bexda vekir. Balyozê Amerîkî li Îraqê Ryan Crocker got ev avahiye nîşanêt havalînîyeka dwîr û drêje ya Amerîka digel Îraqê. Balyozî got divê balyozxanê da li salêt hatî em dê berê xwe deyne avakirina dustînîya xwe û hevkarîyê li paşerojê.  Serokê Îraqî Celal Talebanî ko pişikdarî di rê û resmêt vekirina balyozxanêda kirî got ev avahîyê livî cihî nedbo heke wêrekîya serok Bush neba demê Iraq rizgar kirî.  Rêzdar Talebanî got eve ne bitinê avahêyê balyozxanêye belê her wesa nîşanêt hevalînîyeka dwîr û drêje navbera gelê Îraqî û yê Amerîkî.

Cêgirê Wezîra Derveya Amerîka Can Nêgropontê weko balyozê Amerîkî li Îraqê kar dikir piştî hevalbenda bi rêberîya Amerîka Îraq dagîr kirî li sala 2003. Wî got li vê sala nwî dê deshelat hête veguhastin ji Amerîka weko dagîrker bo hevalbendeka xodan serdarî ew jî Îraqe. Li roja serê salê hêzêt Amerîkî berpisyarîya parastina Devera Kesik da destê hêzêt Îraqî ko dikevîte nîveka Bexda û balyozxana Amerîkî jî li wêrêye.

Noke hêzêt Amerîkî li Îraqê pitirin ji 140000 serbaza.  berî noke li jêr biryareka Neteweyêt Yêkgirty kardikir.  Li do rekkeftineka nwî ya parastinê noke hêzêt Amerîkî li jêr wê destorîyê ko hukmeta Îraqê dayê kardiken.  Her wesa ew rêkkeftin awayê vekêşana hêzêt Amerîkî ji Îraqê dîyar diket ko heta sê salêt dî bêne vekêşan. Ev vekêşane çêdbît çunkî dest û darê parastinê baştir boye û şîyana hêzêt Îraqî zêdeter boye ji ber harîkarîya hêzêt Amerîkî û yêt hevalbeda.

Rêkkeftineka duwê navbera Îraqê û Amerîka rêkkiftineka sitratîjîye. Têkelîyêt resmî navbera herdo welatan dîyardiket ji alîyêt dustanîyêve û havkarîya navbera Amerîka û Îraqê di warê aborî û diblomasî û keltorî û parastinê ve.

Balyozê Amerîkî Crocker got noke Îraqê berpisyarîya hemî kiryara wergirtîye û têkelîyêt navbera me herduwa dê beriv pêş çin lidû herdo rêkkeftina.  Îraq li serdemekê nwî djît herwesa têkelîyêt navbera Îraqê û Amerîka jî.


Listen to This Report Sernivîs
Dagirtin  (MP3)
Listen to This Report Sernivîs
Guhdarî bike (MP3)
Listen to This Report Sernivîs
Dagirtin  (Real)
Listen to This Report Sernivîs
Guhdarî bike  (Real)
E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê