VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

10 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Sernivîs - Tepeser kirina azadiya ragehandinê li Îranê


06/12/2008

Rêkxistiya azadiya ragehandinê Rojnamevanên Bê Tixûb, Îran weko mezintirîn zîndana rojnamevanan li rojhelata navîn bi nav kiriye. Li sala 2007 ê pitirî 50 rojnamevan hatine zîndanî kirin tevî 10 ên din hêşta li pişt mîlên girtîgehê. Aliyê kêm yêk li wan bi navê Ednan Hesenpûr bi êdamê hatiye hokim dan.

Lê belê rêkên zêdetir yên tepeser kirina ragehandinek serbixwe hene, li gor babetekê ku vê daviyê rojnama Internetî ya Rooz ya rojane belav kiriye. Nivîskarê babetê Hassen Yousefî Eşkevarî , dinivîsit çi caran berî niha rojnamevan heya vê qasê ji aliyê rêjîmê ve berev rûyê givaşê nebûne. Ew dibêjit deselatdarên Îranê çendîn awayên deselatê bikar tînin ji bo alîkarî kirina alîgir û karbidestên xwe û sînordar kirina xelkên din, heta eger pêdivî bû wan berv rûyê têkşikana darayî û derwey berêkanê pal didin.

Alîkariya darayî bi awayê bexşişan, rêklam û bangeşên bi bihayên giran, û kaxezên erzan bi wan rojname û govaran tête dan ku xwe li hêla hikûmetê nêzîk dikin. Mohletên kar kirinê têne betal kirin û sansorek tond wan veşanan digirîte xwe ku bîr û boçûnên nerazî belav dikin. Gelek dezgehên ragehandinê yên rexneyan li hikûmetê digirin hatîne dayêxistin. Birêz Eşkêvarî dinivîse ku rastiyek tehil tir ewe bi awayek hêdî û bê deng, rojnamevan û nivîskar û honermendên vî welatî hatîne bê deng kirin û li nav birin.

Azadiya ragehandinê jêrxaneka girînge ji bo civakek serkevtî. Hikomet nikarin berpirs bin Di hember xastikên xelkê xwe de bêy hindê ku rêkê bidene belav bûna zaniyarî û bîr û boçûnê bi awayek azad. Carnama cîhanî ya mafên mirov ya ku Îranê xwe jî pesend kiriye rohne. Her kesê mafê azadiya hizrê û ra derbirînê heye. Ew mafe xwedî bûna hizrên cuda cuda bêy çi dest têwerdanan û parve kirina zaniyariyan û bîr û boçûnan tevî dezgehên ragehandinê bêy liber çav girtina çi sînordar kirinan di gire xwe.

Niha demê hindê ye ku rêjîma Îran bi rê û şûnên navneteweyî pêgîr bit bo piştgîrî kirin û sist kirina givaşa xwe li ser medya ya serbixwe ya Îranê.

 

  


Listen to This Report Sernivîs
Dagirtin  (MP3)
Listen to This Report Sernivîs
Guhdarî bike (MP3)
E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din