VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

09 Kanûna Duwê 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Îsraîl dîsa dest bi hêrîşên asmanî dike bo ser Kerta Xezze

08/01/2009

An Israeli attack helicopter fires a missile at the Gaza Strip, 07 Jan 2009Hêrîşên asmanîyên li Kerta Xezze îro pêncşembîyê carek din hatin destpêkirin di demekê de bizavên dîplomatîk li Neteweyên Yekgirtî bi merema dawî anîna wî şerrî bilez dikevin.

Balafirêt şerkerêt Îsraîl hêrîşêt nû bo ser tûnelêt bergûmanêt dize kirina çekan li bajarê Refah li nêzîkî tixubê Misrê birêve birin, herwisa hatîye raport kirin ku êrîşên asmanî li dijberî bakura Kerta Xezze jî birêve çûn.

Her di vê demê de bizavên dîplomatîk jibo bi dawî anîna wî şerrî îro pêncşembî li Neteweyên Yekgirtî berdewamin.

Wezîra Derveya Amerîka Condoleezza Rice got wê tevî wezîrên derve yên Brîtanya û Fransa roja çarşembîyê ligel dîplomatên Komkara Erebî da hevdîtin pêkanîne bo behs kirina li ser biryarek agirbesê û dawî anîna şerrê ku li Kerta Xezze berdewam e.



E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din