Nirxên Me: Ahmedê Hepo

Ahmedê Hepo nivîskarekî hêja ye ku gelek salên dirêj xizmetê ziman û edebîyata Kurdî kirîye. Birêz Hepo 20’ê Gulana sala 1934’an li gundê Şirranê, navçeya Artaşatê, li Ermenîstanê ji dîya xwe bûye. Sala 1937’an malbeta wî sirgûnî Qirgizistanê dikin, lê piştî 10 salan wana efû dikin û ew vedigerine navçeya Yevlaxê, li Azerbaycanê bi cî dibin. Paşê cîguhastî Ermenîstanê dibin û Ahmed li fakûltêta Azerî ya Înstîtûta mamostatîyê ya Ermenîstanê xilaz dike. Lê paşê dîsa bi malê va bar dikin, berê xwe didine Azerbaycanê.

Li vira gelek pirtûkên wî yên Kurdî çap dibin, wek «Adar», «Emir Gul Vedide», «Bawerî», «Birîn», «Karbarên Gelê Kurd», «Hêsirên Xunê». Ewî herwiha bi sedan gotarên ji jîyana Kurdan, serpêhatîyên welatparêzîyê nivîsîne. Niha ew endamê Yekîtîya Nivîskar û Rojnamevanên Azerbaycanê ye.

Ahmedê Hepo nîvê emirê xwe li Ermenîstanê, nîvî jî li Azerbaycanê derbaz kirîye. Berî çend rojan 75 salîya wî temam bû. Em ji navê radyoya xwe wî bona wê sersalîyê pîroz dikin û jîyana dirêj jê ra dixwezin. Ewî bi karê xwe va îzbat kirîye, ku ferq nake meriv li ku dijî û eger bi dil bixweze, dikare li her derê jî kêrî miletê xwe bê, xizmetî wî bike, navê miletê xwe di nav dost û dijmnan da bilind bike.

Ahmedê Hepo rûsipîyê edebîyeta me ye. Ewî bi zanebûn û xerîbdostîya xwe va ji gelê me ra gelek xêrxwaz peyda kirîye. Berhemên wî bi Azerî hatine wergerandin û bi saya serê wî ew miletê cînar li folklor û erf û edetên me yên baş hesîyaye û bilind qîmet kirîye. Wek ku ew bi xwe dibêje: -Min mal neda ser hev, lê ez bûme xwedî dewlemendtîyeke ruhanî ya mezin, xwedî qedir û hurmet. Ez gava dinivîsim, bi Kurdî difikrim, lê ew ji min ra nabe asteng, ku ez bi berhemên Rûsî û Azerî va zanebûnên xwe dewlemendtir bikim. Her merivek bi zanebûna zimanan, kultur û toreyên miletên din va pêş dikeve.

Li Azerbaycanê ji Ahmedê Hepo ra muelim dibêjin, anku mamosta. Gelek kes zendegirtî dimînin ka ew çawa di 75 salîya xwe da jî mînanî xortekî tûre bi êginî kar dike. Û karê wî yê sereke jî jîyana Kurdeyatîyê ye, ku di nava gotar, sohbet, serpêhatî û helbestên wî da xuya dibin. Ew bi saya serê zargotina me li ruh û mezinaya gelê me hesîya û bi rîya berhemên xwe ew gîhande milet. Ew miletê, ku bi kêmanî ji sedsala 12’an, di dema mîrîtîya Kurdan ya Şeddadîyan, li ser vê axê dijî û di salên 30’yî ya sedsala buhurî li vir bû xwedî otonomîya xwe ya bi navê Kurdistana Sor, bi navbenda Laçînê va.

Wêra tevayî afrandarîya wêjeyî û ulmî domandîye. Ser lêkolîna mijara “Motîvên mêrxasîyê di destanên gelê Kurda”da kar dike.

Sedrê yekê ya navenda çanda Kurd “Ronahyê, ya rêspûblîka Azerbaycanê, serek rêdaktorê yekê yê rojnama “Dengê Kurd” bûye.

Ji roja damrazandinê serwêrê beşa zimanê Kurdî ya şîrketa Bernamên Têlêradîoyêye Dewleta Azerbaycanêye. Bûye rêdaktorê çend pirtûkên ku, bi Kurdî yên ku Bakûyêda hatine weşandinê. Povêsta “Bawerî” sala 1990, romana “Birîn” sala 1996’da ji alîyê weşanxana “Azerneşr”‘êda bi tîraja tomerî hatîye weşandinê.

Weşanxana “Genclîk” pirtûkên wîye bi navên “Karîbarên gelê Kurd” sala 2000, “Hêsîrên xunê” sala 2002’da bi tîrajeke mezinva çap kirîye.

Povêsta helbestvanê gelê Azerbaycanê Suhrab Tahîr ya bi navê “Du Evîn, Du Fîşek” wergerandîye zimanê Kurdî. «Du Evîn, Du Fişek» e û derheqa wê yekê da ne, ku dema malbeta wî çend salan li Îranê dima, malbeteke Kurdan alîkarîyake çiqasî mezin ji wî û malbeta wî ra kirîye. Ev jî îzbateke dostanîyê, xêrxwezîyê û cînartîya qenc e.

Romana “Birîn” (2005), povêsta “Rêwîyê bê mal” (2006) Kurdisana Başûr bajarê Hewlêrêda hatîye weşandinê. Bi serencama prêzîdêntê Rêspûblîka Azerbaycanê bi mêdala “Tereggyêva hatîye rewa kirinê.

Kerem kin guhdarîya hevpeyvîna me ya bi Ahledê Hepo re bikin ku tê de qala jîyana xwe dike:

Pişka 1′ê: http://www.dengeamerika.com/externalaudio-FLRM/Audio/262012.html

Pişka 2′yê: http://www.dengeamerika.com/externalaudio-FLRM/Audio/262013.html

Xwendevanên hêja,

Em gelek spasîya nivîskarê hêja Têmûrê Xelîl dikin ku agahîyên ser jîyan û berhemên Ahmedê Hepo dan me.

Herwiha, em spasîya rojnamevanê Amerîkî Robert Leutheuser dikin ku em çend fotoyên wî di bloga xwe de bikar tînin. Kerem kin serdana malpera Leutheuser bikin ku gelek fototên bedew lê hene:

http://worldpeeks.blogspot.com/2011/07/most-decorated-people.html

http://www.beyondbordersphotography.com/

Dersên Bijartî yên Kurdî û Nerînên We

Yek ji daxwazên serekî yên Kurdên ku li Tirkîyê dijîn, mafê perwerdeya bi zimanê wan yê dayikê ye. Tevî ki hikûmeta Tirkîyê çend mafên wek pêşkêşkirina dersên Kurdî yên bijartî dayîbe jî, wiha xuya ye ku ji nêrîna perwerdeya bi Kurdî re hîn ne hazir e.

Jinên Kurd di xwepêşandanekê de daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê dikin

Desthilatdarên Tirk dibêjin, ew xemê de ne ku perwerdeya bi Kurdî dê welêt perçe bike û rê li ber cudaxwazîya Kurdan veke. Loma jî qayilbûneke giştî li nav partîyên sîyasî yên Tirk heye ku daxwazên wî rengî asteng bikin.

Dema meriv li Kurdan binêrê, bi zelalî dibîne ku piranîya Kurdan jî li dijî vê dîtina serdest ya Tirkan derdikevin. Ew dibêjin, mafê bi perwerdeya zimanê zikmakî mafekî bingehîn e û şerme e ku Kurd heta niha ji vê mafê bêpar mane.

Kurd ji dersên Kurdî yên bijartî re zêde alaqa nîşan nadin û gelek deûbav zarokên xwe ji wan dersan re tomar bakin.

Xwendkarên Zanîngeha Dîcle’yê di dersa Kurdî ya bijartî de xwane dibin

Hin zimanzan û rewşenbîrên wek Baran Rizgar, rêvebirê Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholm’ê Newzad Hirorî û hinekên din jî bawer dikin ku dersên bijartî yên Kurdî derfetekê girîng e ku divê Kurd bi karîgerî bikar bînin.

Alîgirên dersên bijartî dibêjin ku “baş dibe ku zarokên Kurd bi nivîsîna zimanê Kurdî hîn bibin û bizanin hevok, lêker bi Kurdî çawa tên saz kirin”.

Lê, pisporên zimên yên mîna Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Zana Farqînî, lêkolînêr Hasan Qazî û hinekên din jî dibêjin “daxwaza Kurdan, perwerdeya bi zimanê  wan yan zikmakî ye,ne dersên bijartî!”

Dijberên dersên bijartî  bi şik û guman nêzîkî gavên hikûmetê yên wî rengî dibin û xemsarîya xwe bi dengekî bilind dîyar dikin.

Gelo hun çi difikrin?

Dersên Kurdî yên Bijartî feyde ji Kurdan re tînin yan ne?

Divê Kurd piştgirîya wan dersên bikin û zarokên xwe ji wan dersan re tomar bikin?

Rastbîn e ku Kurd biryarên wanî wekî derfet bibînin û feyde jê bibînin?

Rast e ku hikûmeta Tirkîyê bi gavên wiha Kurdan dixapîne û dixwaze rê li ber pirtir mafan bigire?

Hikûmeta Tirkîyê îdîa dike ku xemsarîya Kurdan ji wan dersan re nîşane ye ku derdê Kurdan ne hînbûna zimên e, lê karîna wî ya jibo mebestên sîyasî ye. Gelo hun hevbîrê vê hizrê ne?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin.

Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

20 Salîya Dengê Amerîka û Nêrînên We

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka îsal 20 salîya xwe pîroz dike. Jibo hilkefta salvegera Pişka Kurdî şahîyeke biçûk hate kirin ku xencî xebatkarên Pişka Kurdî, rêvebirên bilind yên Dengê Amerîka  û jimareke din ya mevanan jî amade bûn.

Weşana yekê ya Pişka Kurdî ku 15 deqqe bû, şeva 25’ê Nîsana bi dema Washingtonê anku 26’ê dema Hewlerê destpê kir.

Di destpêkê de 5 xebatkarên Pişka Kurdî hebûn û weşana wê heta meha Gulana 1992’an wekî xwe 15 deqqe man.

Niha weşanên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka rojê sê demjimêr in û bernameyên nûçeyî, çandî, wêjeyî, aborî û civakî têne weşandin.

Dengê Amerîka bi her du zaraveyên serekî, Kurmancî û Soranî weşana xwe ya radyoyê didomîne.

Her wiha, bi heman zaravayan du malperên wê yên cihê hene ku hem bi tîpên Latînî Kurmancî û hem jî bi pîtên Erebî Soranî weşanê dikin.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka di 23’ê Nîsana vê salê dest bi weşana dîmenî kir. Êdî guhdarên me dikanin bernameya demjimêr 10’ê sibêdê ya bi dema Washingtonê, anku 7’ê êvara bi dema Dîyarbekirê bi rêya sateleytê bi dîmen jî temaşe bikin.

Li ser weşana Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka nêrînên cihêrengî hene.

Hinêk kes di wê bawerîyê de ne ku Dengê Amerîka xwedîyê cîhekî pir taybet e, di weşangerîya Kurdî de û di ragihandina bi zimanê Kurdî roleke pir girîng dilîze.

Li gorî wan kesan, jibo Kurdan maneyeke sembolîk heye ku dewleta herî xurt ya cîhanê, ji 20 salan vir ve weşanê bi zimanê wan yê dayikê dike û ev yek cîhê şabûn û serbilindî ye.

Dîsa, weşana dezgeheke navnetewî ya mîna “Voice of America” anku Dengê Amerîka qiymeta zimanê Kurdî bilind dike û prestîj dide wî. Dengê Amerîka bandoreke erênî li ser Tirkîye, Rûsya û dewletên din kirîye ku ew jî weşana bi zimanê Kurdî destpê bikin.

Li hember van nêrînên piştgir, hinêk kes jî dijberîya xwe nîşan didin û van xalên jêrîn tînin pêş:

Êdî dezgehên Kurdan yên ragihandinê, taybetî jî televîzyon gelek in û girîngîya Dengê Amerîka nemaye.  Kesên ku wiha difikrin îdîa dikin ku Kurd wekî berê, guhdarîya weşanên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka nakin jiber ku gelek alternative li ber wan peyda bûne.

Dîsa, hinêk kesên din jî bawer dikin ku Dengê Amerîka xwedîyê mebestên sîyasî ye û jibo wê armancê weşana xwe dike. Xema wê ya ser Kurdan û zimanê wan tuneye, loma jî ne weşana wê bûye, nebûye ne girîng e.

Her wiha, hîn Kurdên din jî hîzir dikin ku Dengê Amerîka tenê jibo Kurdên Îraqê ye û girîngî nade qewimandin û bûyerên li perçeyên din. Loma jî, di jîyana Kurdên li perçeyan din de, taybetî jî bona Kurdên Tirkîyê ti car nebûye xwedîyê cîhekî girîng.

Gelo hun çi difikrin?

Dengê Amerîka di weşangerîya Kurdî de xwedîyê cîhekî pir taybet e yan ne?

Gelo, ew di ragihandina bi zimanê Kurdî roleke pir girîng dilîze yan ne?

Li gorî we, maneyeke sembolîk ya weşana Dengê Amerîka, ku dezgeha fermî ya Hikûmeta Amerîkî ye, heye yan ne?

Bi dîtina we, bandoreke erênî ya Dengê Amerîka, yabetî li ser hikûmeta Tirkîyê heye ku dest bi weşana TRT 6 kirîye?

Hun hevbîr in ku radyo û televîzyonê Kurdî pir bûne û wekî berê girîngîya Dengê Amerîka nemaye?

Hun di weşanên Dengê Amerîka de mebestên sîyasî dibînin?

Gelo, hun di wê bawerîyê de ne ku weşanên Dengê Amerîka tenê jibo Kurdên Îraqê ye û ew girîngî nade qewimandin û bûyerên li perçeyên din?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin.

Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

Konferansên li ser Zimanê Kurdî

Li Tirkîyê gotûbêjên li ser zimanê Kurdî zêdetir dibin. Di nav Kurdan de hişyarbûneke xûrt li ser zimên xwane dibe. Li gelek bajaran kursên fêrkirina Kurdî vedibin ku kesên ku zimanê xwe yê dayîkê nizanin, derfeta hînbûna wî zimanî peyda bikin.

Carna jî kempeynên wekî boykota dibistanan tê kirin û dê û bavên Kurdan jibo balkişandina daxwaza perwerdeya bi Kurdî, zarokên xwe naşînin xwendingehan.

Her wiha, festîval, panel û konferansên ser zimanê Kurdî jî têne kirin ku kêşeyên zimanê Kurdî werine nîqaş kirin û çareserî jibo wan probleman werine pêşnîyar kirin.

 

Konferansa herî dawî, berî du hefteyan li Dîyarbekirê, bi pişikdarîya bi dehan zimanzan, hîndekar, sîyasetvan û nûnerên sazîyên sivîl pêk hat.

Di dawîya konferansê de encamnameyeke 13 xalî hate weşandin ku tê de behsa mijarên mîna hewcedarîya alfabeyeke hevbeş, perwerdeya bi Kurdî û her wiha, pêkanîna desteyeke 31 kesî jibo rêvebirina tevgera zimên hene.

Raporteke berfireh ya li ser vê konfersansê di malpera Dengê Amerîkayê de, bi lînka jêrîn berdest e:

http://www.voanews.com/kurdi/news/Konferansa-Zimane-Kurdi-Daw-Hat-141418013.html

Gelek kes di vê bawerîyê de ne ku konferansên vî rengî pir bi feyde ne û alîkarîya femkirina zehmetîyên ber zimane Kurdî dikin û her wiha rê li ber pêşveçûna zimên vedikin.

Dîsa,  gelek kedkar û zehmetbirên zimanê Kurdî, bi xêra konferfansên wiha derfet dibînin ku hevdu binasin, peywendîyên xwe xûrtir bikin û ji berhem û lêkolînên hevdu agahdar bin.

Lê, hinêk kesên din jî bawer dikin ku konferansên wanî bi çarçoveyeke teng de dimînin û beştarên konferansên bi mebestên sîyasî têne bijartin û bang li hemî derdorên ku bi zimên re mijûl in, nayê kirin.

Rexneyên van kesana ev in ku, ziman wekî avaleke sîyasetê tê xebitandin û ew jî dibe xetereke mezin li ber pêşveçûn û dewlemendbûna zimên. Kesên ku xwedîyê vê dîtinê ne, daxwaz dikin ku xebatên ser zimanê Kurdî ji alîyê zimanzan û pisporên zimên, lêkolînêr û ji alîyê kesên nav zimanê bêne birêve birin û bê xem û tirsên sîyasî, hemî derdorên ji konferansên wiha re bêne vexwandin.

Gelo hun çi difikrin?

Divê navêroka panel, komkar, konferans û xebatên li ser zimanê Kurdî çawa bin?

Hun di vê bawerîyê de ne ku ziman dibe alava sîyasetê?

Beştarvanên konferansan bi mebestên sîyasî têne bijartin?

Kesên ne pispor di amadekirin û rêvebirina konferansên wî rengî de cîh digirin?

Zimanzanên ku li seranser cîhanê têne nasîn, ji konferans û xebatên usa re neyêne vexvandin?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin.

Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

Ser Bîranîna Helbestvanê Kurd Qadirê Motî

Helbestvanê welathez Qadirê Motî

Ku ne şaş bim, sala 1995 bû û ez hîngê li Entabê bûm. Wekî her roj, min radyoya xwe ya biçûk vekir da ku guhdarîya weşana Dengê Amerîkayê bikim. Wê çaxê, weşana Kurdî rojê tenê seetek bû, lê bernameyên xweşik dihatin amade kirin.

Min taybetî, bernameya “Ferheng û Toreya Kurdî” ya mamosta Xelefê Zêbarî hez dikir ku hefteyê carek dihate weşandin. Piştî nûçe û çend bernameyên din, “Ferheng û Toreya Kurdî” destpê kiribû û mevanê wê jî helbestvanekî bi navê “Qadirê Motî” bû.

Min navê Motî berê qet nebihîstîbû, lê ji pêşkêşkirina Zêbarî eşkere bibû ku Qadirê Motî, Kurdekî Azerbaycanê bû. Helbestvan Motî bi zimanekî şêrîn û zelal qala jîyana xwe dikir. Wî her wiha, behsa wan salana dikir ku jibo rojnameya “Rîya Teze” xebîtîbû û nûçegîhanî ji rojnameyê re kirîbû.

Piştî xwenasandinê, li ser daxwazîya kekê Xelef, helbestvan Qadirê Motî dest bi xwendina helbestên xwe kirîbû. Birastî helbestên wî pir xweş bûn û wekî piranîya berhemên Kurdên Sovyetê berê, bi zimanekî petî û paqij hatibûn nivisîn û hestên welathezî û xerîbîyê di nav wan de xemilandî bûn. Taybetî helbesteke wî ya bi navê “Xulamê Bê Par” hebû ku bandoreke pir xûrt li ser min hêla bû û ti car ji bîra min derneketîbû.

EM XULAMÊ BÊ PAR IN

Bihar, payîz, zivistan,

Jî bîr naçe Kurdistan

Ax nalînîya te rindê

Dil kebab kir ser bistan!

Mêvan hatin mala me

Qet nepirsîn halê me

Malxû ji mal derxistin

Kûl kirine dilê me

 

Dilê me de ma hesret

Wek xulamê bê rûmet

Ji tev parî, parek dan

Ew jî bi rêk, bi kudret

 

Mala me de zêr heye

Destûr destê mar da ye

Ew dikirin, difroşin

Xwedîyê male zûr maye!

 

Zevî ya me, deşt ya me

Hevîr ya me, teşt ya me

Em nepêjin, nedine wan

Şivdar ya wan, pişt ya me!

 

Sêwîyê ber destê me

Şikestandin şexsa me

Me nan da kê, mezin kir

Ew rabûne qasta me!

 

Kurê’m(in) yar pak şa nekir

Keça’m(in) por eşq şe nekir

Welat yê me, mal ya me

Me xwe azad ba(ng) nekir!

Helbestvanê Kurd Qadirê Motî sala çûyî ji nav me bar kir û çû ber dilovanîya Xwedê.

Em bi rêya vê blogê, helbestvanê hêja bi rêz û hezkirinên xwe bîr tînin û jibo xizmetên wî yên hêja spasîya wî dikin.

Bila rûhê te şa, mekana te jî bihûşt be.

———————————————–

Kerem kin guhdarîya hevpeyvîna Momosta Xelefê Zêbarî ya ligel helbestvanê hêja Qadirê Motî bikin ku li sala 1995′an, di Radyoya Dengê Amerîka’yê de  hatibû weşandin.

Hevpeyvin_Qadire_Moti_XZ

—————————————————

Kerem kin bi lînkên jêrîn vê hevpeyvîna xweşik ya rojnamevanê serketî û sernivîskarê Rojnameya Dîplomatê, Tahir Silêman ya ligel Qadirê Motî bikin ku ji çar pişkan pêk tê:

http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=GkQOVeL7-Uk

http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=zNTTc2VJkns

http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=RLzEo94G1qQ

http://www.youtube.com/watch?feature=player_profilepage&v=PdSIGI6ZukM

Nirxên Me: Tosinê Reşîd

Gelek rewşenbîrên me hene ku xîzmetên pir hêja ji ziman û çanda Kurdan re kirine. Di vê blogê de emê hewil bidin ku hinêk ji wan rewşwenbîrên me ji we re bidine nasîn. Bi rêya heval û hogir û her wiha çavkanîyên cihêrengî jîyan û berhemên wan baştir nas bikin.

Tosinê Reşîd li Washingtonê ye. 2008

Mixabin li nav me Kurdan rêzgirtin û nirxgirtina kêsên zindî pêş neketiye û gelek caran, piştî mirina wan em li ser wan dinivîsin û pêsna wan didin. Loma jî, em dixwazin bi nivîskar, hunermend, lêkolêrên ku hîn jî li nav me ne, dest bi vê babetê bikin.

Ji wan kesên ku salên dûr û dirêj xizmetî ziman û çanda û her wiha, rojnamevanîya Kurdî kirîye, yek jî Tosinê Reşîd e.

Nivîskar Tosinê Reşîd li sala 1941’ê , ji malbateke Kurdên Ezîdî li gundê Kûrekendê, li Ermenîstanê hatiye dinê. Ew heta sinifa çaran li dibistana gund xwendiye û dû re xwendina xwe li dibistana gundê cîran domandîye, ku gundekî Ermenîyan bûye. Reşîd li sala 1964’an fakûlteya fîzîk-matêmatîk ya Enstîtûya Yêrêvanê ya Pedagojîiyê temam kirîye.

Tosinê Reşîd li sala 1975’an têza xwe doktorayê nivîsîye û bûye doktorê zanyarîya kîmyayê. Salên dirêj li Zanîngeha Yêrêvanê û Enstîtûyên Akadêmîya Ermenîstanê kar dike û gelek gotarên zanyarî çap kirine.

Îhsan Efrînî, Nivîskarê hêja Mustafa Reşîd, Robîn Reşvan û mamosta Tosinê Reşîd

Gotara Tosinê Reşîd ya yekê li sala 1961’ê li rojnameya Rîya Teze çap bûye ku rojnameya herî temen dirêj ya Kurdî ye. Gelek gotar, helbest û çîrokên wî li heman rojnamê hatine çap kirin û di Para Kurdî ya Radyoya Yêrêvanê de hatine weşandin.

Berhema wî ya yekê Dîroka Helbestan di 1975’an de çap bûye. Paşê, dîwana wî ya bi navê Zozan çap bûye û dû re jî, berhemeke wî ya biçûk bi navê Jan çap bûye. Pişt re dîwaneke wî ya din, bi navê Nîvro çap bûye.

Tosinê Reşîd her wiha, li bajarê Tîflîsê piyesekê bi navê Sîyabend û Xecê nivîsîye ku li ser sahne hatiye lîstin û vîdeo û kasetên wê jî hatin belav kirin. Ew pîyes, li sala 1998’an de li Swêdê wek pirtûk hatîye çap kirin. Li sala 2000’î berhevoka kurteçîrokên wî ya bi navê Şeva Bêxew hatîye çap kirin.

Xêncî wê jî dîsa li sala 2000’î de Tosinê Reşîd û zimanzan Husên Hebeş jibo bîranîna Kurdzan û zimanzanê mezin Qanadê Kurdo ku apê Reşîd e, pirtûkeke taybet çap kir.

Ew her wiha, dora 12 salan bi sedan nivîsar di Ansîklopedîya Kurdî ya heman radyoyê de weşandine ku tevahîya wan li ser dîrok, edebîyat û çanda Kurdî bûne.

Nivîskarê Kurd Tosinê Reşîd bi nivîskar û folklorazan navdar Nûra cewerî re zewicî ye û du qîzên wî hene.

Tosinê Reşîd ji sala 1993’an vir ve li Australyayê dijî û îsal 70 salîya wî ye. Em jî wekî Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê pîrozbahî li nivîskarê hêja dikin û temenekî dirêj û serfiraz ji wî re dixwazin.

Kerema xwe nêrîn, hêst û bîranînên xwe yên li ser mamostayê hêja Tosinê Reşîd bi me re parve bikin.

***

 

Tosinê Reşîd li ber Qesra Sipî ye

Çend Hevpeyvînên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê bi Tosinê Reşîd re:

http://blogs.voanews.com/kurdi/zimanujiyan/files/2011/09/Tosine_reshid_KZ_1995.mp3

http://www.voanews.com/MediaAssets2/kurdish/dalet/Tosine_Reshid_Ziman_RR.Mp3

http://www.voanews.com/kurdi/news/Tosin-122885649.html

http://www.voanews.com/kurdi/news/Dr-Tosin-e-Reid-mevane-Bernama-Ferheng-u-Tore-Kurdi–106729894.html

http://www.voanews.com/kurdi/news/Niviskar-Tosine-Reid-Daxwaza-Kurdan-ya-Derbare-Zimen-Dinirxine-113857314.html

http://www.voanews.com/MediaAssets2/kurdish/dalet/Tosine_Reshid_KZ.Mp3

 

Berhemên Tosinê Reşîd

  • Kilamê Rê (helbest, 1975)
  • Zozan (helbest, 1984)
  • Nîvro (helbest, 1987)
  • Sîyabend û Xecê (şano, 1988)
  • Şeva bê xew (çîrok, 2000)
  • Jibo bîranîna Qanatê Kurdo (tevî Husên Hebeş, 2000)
  • Êzdîyatî Oleke Hê Jî Nenaskirî (lêkolîn, 2004)
  • Min bêrîya şevên spî kiriye (çîrok, 2005)
  • Mestûre, Serê Hêjayî Tac Bû (romana dirokî,2005)

 

Hîn berhemên A. Pûşkîn, L. Tolstoy, A. Çêxov, A. Bûnîn, A. Voznêsênskî, A. Îsahakîyan, P. Sêvak wegerandine zimanê Kurdî û çap kirine.

Daxwazên Kurdan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Kurd taybetî li van salên dawî girîngîyeke mezin didine zimanê xwe dayikê. Gelek kempeyn, bizav têne kirin û kursên ziman têne vekirin ku kesên ku zimanê xwe nizanin Kurdî fêr bibin û yên ku hindik zanîn jî bikanibin zimanê xwe pêşve bibin. Her wiha panel û konferansên li ser zimanê Kurdî jî têne kirin ku kêşe û pêşveçûna zimanê Kurdî, bi avayekî akademik were lêkolîn û gotûbêj kirin.

Li 4 welatên ku Kurd lê dijîn, rewşa zimanê Kurdî hinek cihêbûn nîşan dide. Wekî mînak, li Tirkîyeyê ku ji nîvî pirtir Kurdan lê dijîn, hîn jî sîyaseteke fermî ya dewletê ya li ser zimanê Kurdî tune ye. Tevî ku li van çend salên dawî pênvagên girîng, yên wekî vekirina TRT 6 a Kurdî û beşên Kurdî li zanîngehan, hatibin avêtin jî zimanê Kurdî hîn jî bê statuyeke fermî ye.

Sîyasetvanan Kurd bang li dewletê dikin ku zimanê Kurdî jî, mina Tirkî zimanê fermî nas bike û perwerdeya zarokên Kurd bi zimanê wan yê dayikê cîh bîne. Li nav Kurdan hêvîyeke xûrt heye ku di danûstandin û gotûbêjên amadekirina qanûna binhegîn ya nû de ev mijar were rojêva parlemana Tirkîyê.

Li Sûrîyê wekî her warên jîyanê, di warê ziman de jî Kurd ji her tişt bê par in. Hebûna zimanê Kurdî ku zimanê zikmakî yê nêzîkî 15 ji sedê nîfûsa wî welatî ye, nayê qebûl kirin û ne kurs ne jî xwendingehên bi Kurdî hene. Zimanê Kurdî berdewam di bin giwaştin û zextên rejîma Sûrî de ye û gelek nivîskarên Kurd rastî dijwarî û astengkirina hêzên ewlekarîyê tên. Li Sûrîyê jî hêvîyeke pir mezin heye ku rejîma Esed ya zordar hilweşe û rejîmeke nû were damezrandin ku Kurd jî tê de mafên xwe yên netewî bistînin.

Mirov li Îranê binêre, dibîne ku rewşa zimanê Kurdî li wê derê jî, wekî Sûrîyê xirab e. Tevî ku weşanên radyo û televîzyonî yên dewleta Îranê ji mêjve hebin jî, bi çarçoveyeke teng û navêrokeke yekalî bernameyên xwe pêşkêş dikin. Zimanê Kurdî li Îranê jî bê statuyeke fermî ye û ji alîyê dewletê ve ne wekî zimanekî cuda, lê mina devokeke xwecîhî (lokal) tê hesibandin. Giwaştin, astengkirin û zaxtên li ser zimanê Kurdî li Îranê jî bi awayekî berbiçav didomin û tu nîşaneyên baştirkirina vê rewşa heyî tune ye.

Bê guman, rewşa Îraqê ji her 3 welatên ku me behs kirin pir cuda ye. Zimanê Kurdî ji salên dirêj vir ve, li kelêka Erebî, zimanê fermî yê dewleta Îraqê ye û weşanên radyo û televîzyona bi Kurdî jî ji mêjve didomin.

Taybetî, piştî ku Kurd li Herêma Kurdistana Îraqê bûne desthilatdar derfet û delîveyên wan pirtir bûne. Bi Kurdî hezaran pirtûk, kovar û rojname hatine çap kirin û bi dehan radyo û televîzyon weşanên xwe berdewam dikin. Zimanê Kurdî li xwendingehên serekî û yên bilind, daîreyên hikûmetê, dezgehên ragihandinê bi serbestî tê bikar anîn.

Hîn rewşenbîrên Kurdan bawer dikin ku Kurdên Îraqê xêma Kurdên li perçeyên din naxwin. Wekî perçeya azad, tevî ku gelek derfetan wan hebin jî, alîkarîya Kurdên din nakin. Ew kesên ku rexne li Kurdên Îraqê digirin, taybetî jî di warê parastin û pêşvebirina zimên de alîkarîya desthilatdarên Herêma Kurdistanê daxwaz dikin.

Hîn kes jî di vê bawerîyê da ne ku Kurdên li Tirkîyê, Sûrîyê û Îranê di şerê Kurdên Îraqê yê dijî Saddam Huseyîn de, gelek alîkarîya wan kirin û bi can û malên xwe piştgirî dane wan. Loma jî (li vê demê ku Kurdên Îraqê li gorî xûşk û birayên xwe yên li beşên din baştir û ewletir diîjn) berpirsîyeke ehlaqî û netewî li ber desthiltdarên Kurdên Îraqê heye ku alîkarîya Kurdên li her sê beşên din bikin.

Li hemberî van nêrînên jorîn, hîn kes bawer dikin ku Kurdên Îraqê têra xwe alîkarîya Kurdên li perçeyên din dikin. Wekî mînak di vekirina televîzyon, rojname û kovaran de alîkarîya diravî pêşkêşî kes û rêxistinên Kurdên beşên din dikin.

Nêrîneke din ku piştgirîya Kurdên Îraqê dike ev e ku Kurdên Îraqê bi xwe di rewşeke dijwar da ne û hemî destketin û qezencên wan di bin xeterê da ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê şer û tekoşîneke çetin li dijî hikûmeta navendî ya Bexdayê û dewletên cîran (Tirkîye û Îran) dide. Loma, divê Kurdên perçeyên din di daxwazên xwe de rastbîn bin û zêde tişt ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî nekin.

Hun li ser van du nêrînên cihê çi difikrin?

Bi dîtina we, Kurdên Îraqê, taybetî jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngî dide daxwaz û bendewarîyên
Kurdên li perçeyên din, taybetî jî di warê zimanê Kurdî de?

Li gorî we, divê Kurdên Îraqê çi bikin û bi çi rengî daxwazên xûşk birayên xwe yên li perçeyên din bicîh bînin?

Gelo Kurdên Tirkîyê, Sûrîyê, Îranê û yên li welatên din di daxwazên xwe de mafdar in yan, bi daxwazên wî rengî neheqî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin.

Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

English Forum

Welcome to our English forum on Kurdish language,

As per the requests of our readers, we are starting the English forum. Please feel free to ask any questions you have about Kurdish language. We will be pleased to answer you.

Sîyaseta Kurd li Tirkîyê û Zimanê Kurdî

Ziman yek jî stûnên serekî ya gelekî ye û pêşveçûna zimên jibo vî gelî pir girîng e. Dîsa, hindabûna zimanekî pir caran nemana çand û nasnameyek e.

Li Tirkîyê, di nav çend salên dawî de guherînên mezin di warê zimanê Kurdî de çêdibin. Berê gelek rexne ji sîyasetvanên Kurd re dihatin kirin ku girîngî nadine zimanê xwe yê zikmakî û piranî bi Tirkî dipeyivivin.

Lê, wusa xuya ye ku tevgera sîyasî ya Kurd li Tirkîyê, bi helwesteke nû nêzîkî babeta ziman dibe û bi awayekî karîgertir li ser vê disekine.

Wekî mînak, axaftin û gotarên Kurdî di perlamana Tirkî de, kepmeynen peyîvîna bi Kurdî, boykotkirina dibistanên Tirkî, konferans û semînerên li ser ziman û wêjeya Kurdî û gelekên din di jîyana Kurdan de cîhê xwe digirin.

Bi vê guherîna sîyaset û helwesta Kurdan, dilê gelek xemxwar û hezkirîyên zimanê Kurdî jî şa dibin. Cîyê kêfxweşîyê ye ku sîyasetvanên Kurdî bi şîyarbûneke nû qinyata zimanê xwe yê dayikê dizanin û hewil didin ku rê li ber Kurdî vekin.

Hun li ser helwesta û nêrînên partîyên Kurdan anku BDP, HAKPAR, KADEP û komel û rêxistinên din yên netewî derbarê zimanê Kurdî çawa dibînin?

Li gorî we, kar û barên wan têrî hêvî û bendawarîyên we dikin?

Bi dîtina we, parlamenterên Kurd yên nû di parlamana ya Tirkîyê de, derheqa zimanê Kurdî sîyaseteke çawa biafrînin?

Taybetî, jibo destxistina mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, divê Kurd çi bikin?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li blogê me parve bikin. Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

Kurd û Karanîna 2 Alfabeyên Cihê

Me berê jî destnîşan kirîbû ku zimanê Kurdî zimanekî pir zaravayî ye û pir caran hevtêgehiştina van zaravayan dijwar e, eger mirov xwe fêrî zaravayê(n) din neke.

Rast e ku zimanê Kurdî di coxrafyayeke pir berfireh de tê peyîvîn û li her herêmê bandora zimanên serdest li ser Kurdîyê çêdibin. Li Tirkîyê zimanê Tirkî, li Îraq û Sûrîyê Erebî, li Îranê Farsî û li welatên Sovyetê berê Rûsî û her wiha Ermenkî, Azerî, Gurcî û li dîyaspora jî zimanên ku Kurd lê dijîn bandor û karîgerîyên  xwe li ser Kurdî dihêlin.

Tevî hebûna van zehmetîyan, gelek kes bawer dikin ku faktora herî girîng ya dûrbûna zaravayên Kurdî, karanîna 2 alfabeyên cihê ye.

Her çiqas piranîya Kurdan, li Tirkîyê, Sûrîyê û li welatên Sovyetê berê alfabeya Latînî bixebitînin jî, li Îraq û li Îranê alfabeya Erebî tê karanîn. Jiber ku Kurdistana Îraq perçeya azad e û gelek rojname, kovar û pirtûkên Kurdî lê têne çap kirin, karanîna alfabeya Erebî li wê beşê karîgerîyeke girîng li ser hemî Kurdan dike.

Gelek rewşenbîrên navdar yên Soranîaxêf wek Ferhad Şakelî û vê dawîyê sernivîskarê Ajansa Nûçeyan a Kurdistan Bedran Hebîb jî dîyar dikin ku alfebeya Erebî jî Kurdan re baştir e.

Hîn sedemên ku piştevanên alfabeya Erebî tînin pêş jî ev in:

Piranîya berhemên klasîk yên Kurdî bi vê alfabeyê hatine nivîsin

Dengên ku di alfabeya Erebî de hene, di alfebeya Latinî te tunene, loma jî Latinî têrî Kurdî nake

Hêdî hêdî sîstema Îslamî li Tirkîyê xûrt dibe û mimkun e ku di demên nêzîk de Erebî careke din bibe alfabeya resmî ya Komara Tirkîyê

Alfabeya Latînî karê emperyalîstan e û jibo perçekirina Kurdan hatiye kar anîn

Li hember vê îdîayê, Kurdên ku piştgirîya alfabeya Latînî dikin jî dibêjin:

Berêvajîya alfabeya Erebî, alfabeya Latînî ji zimanê Kurdî re baştir e çimkî hemî dengên Kurdî tê de hene

Ji nîvî pirtir Kurdên cîhanê li Tirkîyê dijîn û ne mimkun e ku tu ew dest ji Latînîyê berdin û fêrî Erebîyê bibin

Cîhana modern û pêşketî bi alfabeya Latînî dinivîsin û zimanê teknolojî, saxlemî (tendirustî) sîyaset bi Îngîlîzî ye ku ew jî bi heman alfabeya tê nivîsin. Loma jî çêtir e ku Kurd nêzîkî cîhana pêşverû bin

Li gelek welatên Rojava ku Kurd lê dijîn, alfabeya heyî Latînî ye, loma jî jibo zarokên Kurdan hêsantir e ku bi heman alfabeyê zimanê xwe yê zikmakî jî hîn bibin

Gelo hun li ser vê babetê çi difikrin? Kêşeya herî girîng ya zimanê Kurdî cûdabûna alfabeyan e yan ne? Eger wiha be, kîjan alfabe baştir û divê Kurd li ser kîjanê biryarê bidin? Eger alfabe yek bin, Kurmancî û Soranî pirtir nêzîkî hev dibin yan ne?

Kerema xwe raman û pêşnîyarên xwe li bloga me parve bikin. Jibo lêzêdekirina şîroveyên xwe, li” Click to Comment” klîk bikin. Di rûpela were de valahîya heyî tijî bikin û pê li “Submit Comment” bikin.

Heku hun dixwazin ji bersîvên şîroveya xwe agahdar bin, kerema xwe qûtika keleka “Notify me of followup comments via e-mail” îşaret bikin.

  • Page 1 of 2
  • 1
  • 2
  • >

Mutlu Civiroğlu

Mutlu Civiroglu li sala 1976’an li Besnîyê hate dine. Xwendina xwe ya serekî li Stenbolê destpê kir û li Entabê qedand. Lîseyê jî li heman bajêr temam kir. Li Beşa Ziman û Edebîyata Îngîlîzî ya Zanîngeha Enqereyê xwend. Li Enqereyê di gelek rêxistinên Kurdan de xebitî. Li sala 2002’an çûye Kanadayê û li bajarê Calgary’ê di Beşa Programa Xizmetên Civakî de xwend.
Li sala 2009’an bar kire Welatên Yekbûyî yên Amerîka û li ser daxwazîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hate paytaxt Washington.

Ji Tîrmeha heman salê vir ve bi navê “Robîn Reşvan” li radyoyê kar dike û pêşkêşvanî, wergerî û pêyamhinêrî dike. Her wiha bi gelek sîyasetvan, nivîskar, hunermend û kesitîyên navdar re hevpeyvînan pêk tine û bûyer û pêşketinên girîng tine ber guhdaran.

Dîsa, pir caran li ser malpera Kurmancî ya Pişka Kurdî jî kar dike û ligel hevkarên xwe malperê nû dike.
Mutlu her wiha li çend xwendingehên Washingtonê mamostatîyê dike û zimanê Kurdî fêrî Amerîkîyan dike.
Gelek nivîsarên wî yên li ser Kurdan û zimanê Kurdî di rojname û malperên Kurdî de derketine û carna jî hevpeyvînên ligel wî di radyo û televîzyonan de hatine weşandin.

Zimanên Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî rind dizane û di warê teknolojî û înternetê de pêşketî ye.
Di nav hobîyên wî de futbol lîstin û temaşe kirin cîyekî girîng digire. Li guhdarî kirina muzîkê, temaşe kirina fîlman û dîtina bajer û deverên nû hez dike.
Zimanê Kurdî jibo Mutlu pir girîng e û bi bloga “Ziman û Jîyan” hêvî dike ku pêşketin û gotûbêjên nû yên li ser zimên bi xwendevanan re parve bike.