VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

06 Gulan 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan

Radio Shows

Pişka Kurdi ya Dengê Amerîka rojane bu çar demjimêran bernamêt xwe belav diket.  Bername bi vî awayî belav dibin, 12:00 bo 1:00 şevê, 8:00 bo 10:00 spêdê, 12:00 bo 1:00 piştî nîvro bi demê Washington.

Li her yêk ji wan bernama, nûtrîn deng û bas, raportêt taybet sebaret rûdanan, hevpeyvîn liser serhatiyêt rojê. Ji bilî wan, Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, peyamnêrêt taybet bi xwe hene li Iraqê, Turkiye û Ewropa.  Li wan çar demjimêrên belav kirina bernama, li Pîşka Kurdî ya Dengê Amerîka, bernamêt heftane têne pêşkêş kirin.

Gohdarêt Pişka Kurdî dê şên bi faksê, telefone û emailê peywendîyê bi me biken û daxazêt xwe bo bêjin.

Fax:   1-202-203-4876
Tel:    1-202-205-9942
Email: kurdi@voanews.com

Bo peywendîyê bi seroka Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Fexrîya Dosky:

Email: fjawhary@voanews.com
Tel:1-202-203-4854

                Bernamêt heftane yêt Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka

Şembî


Ferheng û Tore yê Kurdî

Ferheng û Tora Kurdî ya bi Zaravê (Soranî) roja Şembî li bernama 12:00 bo 1:00ê piştî nîvro bi demê Washington ji layê Belên salih tête peşkêş kirin.  Li wê bernamê, her carê digel hozanvanekî, honermendekî, rojnamevanekî, roşenbîrekî yan jî digel wan kesêt di warê koltorî de kar diken hevpeyvîn tête kirin.

Belên Salih
4857-203-202-1
bsaleh@voanews.com

Dormêz


Li vê bernamê ku li demjimêr 8:00 heta 10:00ê spêdê rojêt Şembî belav dibe, mişt û mir liser babetêt cuda yêt rojê tête kirin, sîyasî, kultorî, civakî, honerî u alîyêt dî yêt jiyanê.  Şarezayêt van babetêt cuda dibine mêvanêt bernamê û her heftî hefkarekê me pêşkêş diket.

 

Yêkşembî


Jin û Malbat

Rojêt Yêkşembî li bernama demjimêr 12:00 heta 1:00ê piştî nîvro tête pişkêş kirin.  Fexriya Doskî û Moteber Şêrwanî liser babetêt peywendî bi jinan, zarok û malbatêve li seranserî cihanê taxvin.

Fexriya Doskî

1-202-203-4854
fjawhary@voanews.com

Moteber Şêrwanî

1-202-203-4853
mshirwan@voanews.com

Mişext û Penaber

Rojêt Yêkşembî li bernama demjimêr 9:00 heta 10:00ê spêdê tête belav kirin.  Ahmed Barzanî base babetêt peywed dar bi mişext û penaberan diket.

Ahmed Barzanî

1-202-203-4868

 

Duşembî

Ferheng û Tore yê Kurdî

Ferheng û Tora Kurdî ya bi Zaravê (Kurmancî) roja Şembî li bernama 9:00 bo 10:00ê spêdê bi demê Washington ji layê Khelef Zêbrî tête pişkêş kirin.  Li wê bernamê, her carê digel hozanvanekî, honermendekî, rojnamevanekî, roşenbîrekî yan jî digel wan kesêt di warê koltorî da kar diken hevpeyvîn tête kirin.

Khelef Zêbrî

1-202-203-4855
Kzebari@voanews.com/

Zanyarî û Tiknolojî

Rojêt Duşembî li bernama demjimêr 12:00 heta 1:00ê piştî nîvro belav dibe.  Wrya Kalê nûtrîn deng û basa liser pêşkeftinêt zanyarî û tiknolocy pêşkêş diket.

Wrya Kalê

1-202-203-4869
kwrya@voanews.com

 

Sêşembî

Jiyan li Amerîka

Rojêt Sêşembî li bernama demjimêr 8:00 heta 10:00ê spêdê ji layê Dexîlê Şemo ve tête pêşkêş kirin.  Li vê bernamê, basê jiyana rojane û keltorê akincîyêt Amerîka tête kirin.  Herweha, behsê ahengêt siyasî, olî û keltorêt li nav civaka Amerîkî tête kirin.

Dexîlê Şemo

1-202-203-4858
delias@voanews.com

 Kurd li Derve

Rojêt Sêşembî li bernama demjimêr 8:00 heta 10:00ê spêdê ji layê Heyder Kerîm têt pêşkêş kirin.  Li vê bernamê, Kurdêt li derve behsê jiyana xwe diken.  Her heftî Kurdekê dûrî welatî dibîte mêvanê bernamê û gelek cara behsê hindê diken ka çewa ji welatî derkeftînem, girê û astengêt têne di rêka wan de, herwisa destkeftêt bi destve înayn û çewa digel jiyana nû sere deryê diken.

Heyder Karîm

1-202-203-4859
hary@voanews.com

 

Çarşembî

Navdarêt Amerîkî

Rojêt Çarşembî li bernama demjimêr 8:00 heta 10:00 spêdê ji layê Şayan Paşa têt pêşkêş kirin.  Ev bername liser wan kesayetyane ku bi awayekî eger liser civaka Amerîkî heboye û şuntilêt wan di dîroka Amerîka de diyare.

Şayan Paşa

1-202-203-4870
spasha@voanews.com

Bihevra

Bernameka heftaneye, taybete bi karbar û çalakî û girftaryêt gencan û nûgehan.  Rojêt Çarşembî li bernama demjimêr 12:00 heta 1:00 piştî nîvro ji layê Hêro Zengene ve tête pêşkêş kirin.

Hêro Zengene

1-202-203-4864
hnrahim@voanews.com

 

Pêncşembî

Namêt Gohdaran û Mozika Kurdî 

Roja Pêncşembî li bernama demjimêr 8:00 heta 10:00ê spêdê tête pêşkêş kirin.  Li vê bernamê guhê xwe bidene dengê xwe û namêt xwe ku Heyder Karîm û Fexriya Doskî belav diken.  Li vê bernamê, her pisyareka we hebit, guhdarêt jê bê bar neken.  Gotinêt mezina û metel têne belav kirin û heke hûn bersiva metela bizanin, sê kes dê xelatê wergirin.  Bi faksê, emailê û bi rêka namê peywendiyê bi me re biken.  Yan jî dengê xwe liser telefonê tomar biken.  Herwisa, li vê bernmaê, guhê xwe bidene sitranêt resen û nû yêt Kurdî.

Heyder Kerîm

1-202-203-4895
hary@voanews.com

Fexriya Doskî

1-202-203-4854
fjawhary@voanews.com

 Bernama Sitêrêt Geş

Bernameka taybete bi hemû aliyêt jiyana zarokan ve.  Peywendiya navbera zarokan û dayk û baban.  Ev bername roja Pêncşembî li bernama demjimêr 12:00 heta 1:00ê şevê bi demê Washington tête pêşkêş kirin ji layê Hêro Zengene ve.

Hêro Zengena

hnrahim@voanews.com
1-202-203-4864

 

Heynî

Helo Washington

Roja Heynî li bernama demjimêr 12:00 heta 1:00ê piştî nîvro bi demê Washington rastewxû tête belav kirin li Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka.  Li vê bernamê, her car behsê rûdaneka deverê bi giştî û Iraqê bi taybetî tête kirin û herwisa danûstandina taybet jî sebaret alîyêt hunerî, civakî û rûşenbîrî tête kirin.  Di her bernamekê de, guhdar dê şên rastewxwe pisyarê ji mivanî biken û bîr û hizrêt xwe diyar biken.

 Panorama

Roja Heynî li bernama demjimêr 8:00 heta 10:00ê spêdê bi demê Washington ji layê Belên Salih ve tête pêşkêş kirin.  Li her bernameyekê, mêvandariya jimereka kesêt şareza diket bo pêdaçûnê biser rûdanêt heftiyê.

2-202-203-4857

Belên Salih

bsaleh@voanews.com
202-203-4857

                                                  Babetêt Rojane

Rojane, li serê her sê bernamêt Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, bi belav kirina nûtrîn deng û basêt rojê û peyamêt werzişî dest pêdike.  Paşî raportêt peyamnêran û mûzîka Kurdî û Amerîkî.

Rojane li bernama demjimêr 8:00 heta 10:00ê spêdê û 12:00 heta 1:00ê

şevê, gelek babet têne pêşkêş kirin, ji wan, hûnerî, zanyarî û saxlemî, aborî û herwisa sergotar ku bîr û boçûnêt Welatêt Yêkgirtî yêt Amerîka ye liser babet û meselêt cihanê.

Li bernama demjimêr 8:00 heta 10:00ê spêdê, herwisa rojane geryanek di nav rojnamêt Amerîkî da tête kirin.

Zêdebarî vê çendê, li bernama demjimêr 12:00 heta 1:00ê şevê bi demê Washington geryanek dinav rojnamêt Erebî û cihanê da tête kirin.

Li nîva dûwê ya bernama demjimêr 12:00 heta 1:00ê piştî nîvro, her roj, demek bo xandina helbesteka Kurdî hatiye diyar kirin.