|
Ronald Schlicher Cîgirê Birêvebirê beşa Dijî terorîzmê ya Wezareta Derveya Amerîka.
|
Li dû Raporta Wezareta Derveya Amerika ya li ser Terorê ya sala 2008, El Qaîde dîsa jêhatina xwe ya
şerr kirinê gihandîye nêzî wê qonaxa berî sala 2001ê. Raport dibêje hêjta El Qaîde metirsîyeke
mezin e li dijî Amerîka û hevalbendên wê.
Wezaret di raportê de dibêje ku Îran ji hemu welatan
zêdetir piştevanîya terorîzmê dike.
Herwisa dinav welatên ku piştevanîya terorîzmê dikin de navê Surî, Sudan
û Kuba jî hatîye nivîsandin.
Di raportê de beşa ku
li ser Turkîye ye dibêje li vî welatî rêkxistinên terorê yen niştimanperwerên
Kurd, yên Marksîst û Lenînîst û yên ku piştgirîya Çeçenistanê dikin bizavên xwe
birêve dibin. Di raportê de dibêje ku
rêkxistîya herî mezina terorîzme PKK ye û herwisa behsa êrîşa nehê meha
heft-Tîrmehê tê kirin ku êrîşbir gulleyan li karmendên ber derê konsolxana
Amerîka li Stenbolê barandibûn. Di
raportê de behsa bizavên El Qaîde li vî welatî tê kirin û dibêje ku ev rêxistin
karmendên Amerîkî li vî welatî ji xwe re dike armanc.