VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

06 Gulan 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Zana Rustayî dibêje parlamana bihêt ya Herêma Kurdistana Iraqê dê hem çalaktir û hem jî karîgertir be


06/05/2009

Maliki visited the Kurdistan National Assembly Monday
Parlamana Herêma Kurdistana
Zana Rustayî endamê Parlamana Herêma Kurdistana Iraqê û endamê rêberîya Komeleya Îslamî dinav hevpeyvînekê de bo Pişka Kurdîya Dengê Amerîka li ser hilbijartinên bihêt yên Herêmê axift.

Çar hizbên Kurdistanê gihîştine yekûdu ku hevpeymanîyek dirust bikin bo hilbijartinên bihêt yên Herêma Kurdistana Iraqê ku dê li roja 25ê meha heft bêne kirin. Rêzdar Rustayî bo dirust kirina vê hevpeymanîyê dibêje danana bingeha vê hevpeymanîyê berî vê bi du salan bûye jiber pêdivîya gelê H. Kurdistanê bi guhorînekê dinav karûbar û revebirina sîyasî de ku gazin ji gendelî, nebûna dadperwerî û hesab kirin bo alîyên siyasî. Herwisa dibêje û pêkînana lîsteke hevbeş bo vê hilbijartinê yek ji bernameyên vê hevpeymanîyê bûye.

Bo belav kirina kursîyan paş hilbijartinê rêzdar Rustayî dibêje heke em bala xwe bidin hilbijartinên sala 2005, Hizba Zehmetkêşan dikaribû bi lîsteke serbixwe neh kursî bi destve bînin, Komela Îslamî bi lîsteke serbixwe karibûye şeş kursî bidestve bîne, Yekgirtî Îslamî ku linav lîsta Niştimana Demokrasî bû neh kursîyan bidestve anîbû û Hizba Soşyalîsta Demokrat du kursî bidestve anîbû. Dibêje bi endazyarîya li ser vê nêrînê û li dû guhorînên linav çar salên buhurî de ew gehêştine rêkeftinekê.

Hevkar B. Salih di hevpeyvînê de ji rêzdar Rustayî pirsî ka gelo çewa du alîyên îlmanî anku sekuler û du alîyên Îslamî di vê hevpeymanîyê de hatine cem hev. Zana Rustayî dibêje her partî di îdeolojî û baweriya xwe de azadin belê karên wek elektrîk, av, rêvebirina sistema siyasî, bicîh anîna qanun û sistema dadwerî qet pêdivî pê nîne ha ti îlmanî bî ha ti îslamî bî, ev berjewendîyên giştî yên xelkin.

Gelî guhdarên hêja heke bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe re li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî îro linav Nûçeyên Rojane li bernama 1ê nîvêşevê guhdarî bikin.




E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din
Leşkerê Amerîkî çekdarên Talîbanê berpirsyar dike beramberî kuştina xelkê sivîl
Li Turkîye pênc kes li nêzî Şernexê bi peqîna bombeka ser rêkê hatin kuştin
Papa Benedict seredana xwe bo Urdunê bi dawî tîne
Obama dê li Qahîre gotarekê arasteyî Misilmanêt cîhanê biket
Japon û Austuralya yekem haletêt Înfluenzeya Berazî piştrast dikin
Obama sizayêt li dijberî Surîyê carek din nûjen kirin
Hikumeta Pakistan jibo nemana terorîst û milîtana ferman daye leşker
Hikumeta Amerîka dibêje 10 bankên welatî pêdivî bi 75 milyar dolarên zêdetir heye
Babeta Bernama zindî ya Hello Washington hilbijartinên parlamana Herêma Kurdistana Iraqê ye
Pakistan hêrişêt hewaî dikete ser Swat
Xûnîşadanêt tûnd dijî koştina medenîyan li Efxanistanê
Rojnamevan Ian Williams rewşa Kurdên Iraqê nirxand
Obama kombûna xwe ya bi serokên Afganistan û Pakistanê re wek avaker binav kir
Li Pakistanê bi hezaran kesên li Gelîyê Sewad dibe ku deverê bi cîh bihêlin
Roja helbijartina perlemana Kurdistana Îraqê hat dest nîşan kirin  Audio Clip Available
Zana Rustayî dibêje parlamana bihêt ya Herêma Kurdistana Iraqê dê hem çalaktir û hem jî karîgertir be
Nazim Omer peyivî li ser bombebaran kirina Herêma Kurdistana Iraqê ji alî Îranê ve
Keşmûle: Li Îraqê çê nabe aliyek tenê hukimê bike  Audio Clip Available
Piştî hêrişa ser daweteka nêzî Mêrdînê heşt kes hatin girtin  Audio Clip Available
WHO piştrast kir kû pitir ji 1000 kesan inflewenza Beraza vegirtîye
Mûleta vekêşana hêzêt Amerîkî ji bajêrêt Iraqê nahête dirêj kirin  Audio Clip Available