Karbidestên
Turkîye dibêjin oldarê Şî'a Muqtada El Sadr çûye Ankara da ku li ser rewşa
siyasîya Iraqa cîran bi karbidestan re bi peyive.
Gelek raportên medyayê roja înê ragihandin ku oldarê bi tundî li dij Amerîka
ye, wê bi serokwezîrê Turkîye Recep Tayyip Erdogan re kom bibe.
Sadr yek ji binavûdengtirîn Şî'a yê ku li dijî mana leşkerê
Amerîka ye li Iraqê. Sadr ji sala 2007
heta niha xuya nedikir ku we dihate bawer kirin ku yan li Îranê bûye yan jî li
Iraqê xwe vedişart.
Piştevanên wî gelek caran peyamên xwenîşandan kirinê belav dikirin ku dawîtirîn
yek ji wan meha buhurî bû di şeşemîn salvegera li ser bidestvexistina Bexda ya
paytext ji alî hêzên Amerîka ve.