VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

03 Gulan 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Helîkopterên Îranî hêrîş kirin ser deverên Herêma Kurdistana Iraqê

03/05/2009

Northern IraqKarbidestên Kurd dibêjin hêzên Îranê hêrîş kirine ser bingehên serhildayên Kurd li devereka tixubî ya bakûra Iraqê.

Karbidestên parastina tixubî dibêjin leşkerê Îranî ew dever bombebaran kir û paşî helîkopterên îranî bo cara yekê hêrîş kirine ser armancên serhildayan demê dest jimara qurbanîyan nehatiye ragihandin.

Armanca wan hêrîşa grupeka cudaxwaza Kurdên îranê bû, bi navê Partîya Jîyana Azada Kurdistanê an PJAK.

Eve bo demeke dirêj e Îran gazinda diket beramberî çalakîyên PJAKê yên ser tixubê nêvbera Iraqê û Îranê.

PJAK têkelî bi Partîya Karkerên Kurdistanê heye, eve bo demê nêzîkî 25 salan e PKK şerrê bo otonomîya Kurdî li başura rojhilata Turkîye dike. Bi kêmîve 37 hezar kes li şerr û lêkdanên nêvbera PKKê û leşkerê Turkîyê hatîne kuştin.

Li heftîya buhorî şerr û lêkdanên tund nêvbera şerkerên PJAKê û polîsên Îranê çêbûn û 26 kes hatin kuştin ku 18 ji wan polîsên Îranî bûn.

Guhdarên hêja li ser vê babetê peyamhinêrê Dengê Amerîka Edward Yeranian ji Qahîre raportek hinartîye. Heke hûn bixwazin guh bidine vê raportê ji kerema xwe re li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî li nav Nûçeyên Rojane guh bidine bernama 1ê nîvêşevê.




E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din
Zana Rustayî dibêje parlamana bihêt ya Herêma Kurdistana Iraqê dê hem çalaktir û hem jî karîgertir be
Nazim Omer peyivî li ser bombebaran kirina Herêma Kurdistana Iraqê ji alî Îranê ve
Roja helbijartina perlemana Kurdistana Îraqê hat dest nîşan kirin  Audio Clip Available
Keşmûle: Li Îraqê çê nabe aliyek tenê hukimê bike  Audio Clip Available
Piştî hêrişa ser daweteka nêzî Mêrdînê heşt kes hatin girtin  Audio Clip Available
WHO piştrast kir kû pitir ji 1000 kesan inflewenza Beraza vegirtîye
Mûleta vekêşana hêzêt Amerîkî ji bajêrêt Iraqê nahête dirêj kirin  Audio Clip Available
Helîkopterên Îranî hêrîş kirin ser deverên Herêma Kurdistana Iraqê
Jimara mirîyên bi nexweşîya Înfluenzeya Beraza li Meksîk zêde dibe
Êrîşên Îsraîlê bo ser tunelên qaçaxçîya li başurê devera Xezze bû egera kuştina du Felestînîyan
Karbidestên Amerîka dibêjin Înfluenzeya Berazan a niha ji ya sala 1918 bêhêztir e 
Muqtada El Sadr bi seredan çû Turkîye
Serok Obama heftîya bê dê mêvandarîyê ji Afganistan û Pakistanê re biket
Serokê Meksîka ji xelke xwest ku heta pênc rojan ji mala xwe dernekevin
Wezareta Derveya Amerîka raporta xwe ya salane ya li ser terorîzmê belav kir
Li Bernama Hello Washington guhdarî bike ku vê carê babet 100 rojên pêşî yên serokbûna Barack Obama ye
Obama rohnîyê diêxîte ser gorîna siyaseta derveya Amerîka
WHO Înfluenzeya Berazan nirxand û Misrê ferman da ku serê 350 hezar berazan bê jêkirin
Li Iraqê bi teqîna otomobîlên bombekirî bikêmîve 48 kes hatine kuştin
Qanundanerên Amerîkî bizavê dikin ku li hember Înfluenzeya Berazan pêngav bavêjin
Hamas û Feth domahî bi 4. gera danûstandinê anîn
Amerîka pêşwazî kir li êrîşa dijî Talîban ji alîyê Pakistanê ve