Enstîtuya Saxlemîya Welatên Yekgirtî vekolînekê belav kir ku tê de pivanhevbeş têne danîn jibo çareserkirina hissîyat û hestên ku di encama nexweşîna şêrpence anku qansêrê de dertên holê.
Ev kesên ku ji vê nexweşîya şêrpencê bi silametî xelas bûne behsa êşa xwe dikin lê ne tenê êşa birînkarîyê an derman kirina kemoteapîyê, belê herwisa behsa cefa û diltengî û qehra xwe jî dikin ku her piştî çareserkirina nexweşîyê jî ev encam di jîyana wan de bo demek dirêj berdewam dibin.
Beth Leibson Hawkins ji nexweşîya şêrpence bi silametî xelas bûye û dibêje;
“Xwezî hineka di wextî de alîkarîya min kiriba û ji min re gotibana ka gelo hebûna vê nexweşîyê bi meriv re tê çi man’ayê û heta dawîyê çi bandorê dide jîyana meriv.”
Ev vekolîn piştrast dike ku çareserkirina şêrpencê bi rêya dermanan gelekî bi pêş ketîye, lê belê dibêje ev nexweşîyên wisa ku meriv dibe pê bimre, tesîra hîssî ya wan nehatine çareser kirin. Raport bi taybetî rexne li 20 baştirîn nexweşxaneyên şêrpencê yên welatî digre li ser kêmasîya wan ya çareserkirina nexweşîyê. Ji wan tenê heyşt nexweşxane çareserkirina psîkolojîk dike û ew jî ne jibo hemû nexweşên xwe belê tenê jibo hinekan e.
Nexweşên ku li nexweşxana West Clinic têne çareser kirin berî ku dixtor dîna xwe bidin wan, ew pêşî di derbarê hest û hissîyatên xwe de bersiva pirsyaran didin. Vekolîna Enstîtuya Saxlemîyê dixwaze ku gav bi gav ji nas kirina nexweşînê destpêbike heta roja dawîn ya seredan dixtorî lazime nexweş bi vî awayî bêne çareserkirin.
Karen Suddeth ya ku bi silametî ji şêrpenca memikan sax bûye dibêje:
“Ji bo min gelekî bi zehmetî bû, yanî ez tucar wê sibehê jibîr nakim dema ku min bihîst wê porê min jiber derman bi weşe.”
Di raportê da herwisa rexne li karmendên nexweşxana tê girtin ku çima wan nexweşa neşandine ba şêwirmend û dixtorên nexweşîyên hiş û aqilî an jî ba grupên kesên ku ji şêrpencê bi silametî filitîne û piştevanîyê didin nexweşan.
Belê gavek baş û erînî hatîye avêtin: Civata Onkolojîya Klînîk ya Amerîkî ku ji şarezayên şêrpencê pêk tê, ragihandîye ku ew ji bo endamên xwe dest bi dersekê dike ku wê tê de wan hîn bike ka çewa baştir bala xwe bidine pêdivîyên hîssî yên nexweşên xwe.