Xelkê Amerîka dibêje taştê jibo saxlemîyê girîng e
05/06/2007
Li du vekolîneka nû nîşan dide ku %90 xelkê Amerîka dibêjin taştê an ku xwarina sibêhê pişkeka serekî ye ji xwe parastina saxlem belê tenê %49 ji xelkê taştîya sibehê dixwin.
Bi tenê %11 zanin ka jimara kalorîyan çende ku rojane ji laşê wan re pêdivîye û da pêgirtinê bi granîya laşê xwe ya saxlem bikin.
Li du vekolîna diduwê ya salane ya Federasyona Xwarin û Saxlemîyê, seroka Federasyona IFIC, gote Reutersê tiştê baş ewe ku zêdetir xelk muhawele kirine li hember sala çûyî.
Ji %70 xelkê got ew muhawele dikin bo kêm kirina bezê xerab ji %57 zêdetir ji sala çûyî. Bezê xerab an ku bi îngîlîzî jê re dibêjin "saturated fat" di nav goştê sor da ye û herwiha di muşteqatê elbana de û di hinek jêderên din de ye ku têkelî ya wê bi metirsîya nexweşîya dilî û şelerî heye.
Di demê ku ji %84 digotin ku ew jibo saxlemîya xwe heftîyê bikêmî yek carê sporê an ku werzîşê dikin. Bi tenê ji %44 gotin ew werzîş û xweparastina ji xwarina qelewîyê dikin jibo wezn û granîya xwe. Ev jî li du gotina seroka Federasyona Civata Pêzanîna Xwarinê ya Navnetewî bû.
Herê xelk hez dikin ku xwarina saxlem bikirin û jîyaneka saxlem dixwazin, belê zahmet e bo gihîştina wê encamê jiber ku gelek pêzanîn hene li ser saxlemîyê.