Nazim Omer nunerê hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê li Îranê dibêje berdewam bûn û nebûna bombebaran û topbaran kirina sinorê Herêma Kurdistanê ji alîyê hêzên Îranê ve vedigerîte ser hevkarîya navbera Îran, Iraq û Herêma Kurdisanê.
Berî niha li 14ê Şubata sala 2009, rêkeftinek linavbera nunerayetîya Herêma Kurdistana Iraqê û Îranê hatibû mor kirin bi armanca ragirtina bombebaran kirina navçeyên herêmê yên li ser sinorî û Wezareta Derveya Iraqê jî nerazîbûna xwe li hember ew bombardimane dîyar kirîye, belê bombebaran kirin hêjta berdewam e.
Birêz Omer dibêje bêguman li seranserê cîhanê tu welat naxwaze hêzên çekdar yên ku êrîş dikine ser welatên cîran bi hewîne belê mesele ew e ku ka gelo Îran ew navçeyên ku bi eşkere ji alî wê hêzê ve tê bikaranîn bombebaran dike an cihên ku xelkê sivîl lê dijîn bombebaran dike.
Rêzdar Omer herwisa di vê hevpeyvînê de bersivê dide pirsa ku ka gelo armanca Îran daxwazek din e ji Herêma Kurdistan an lêxistina bingehên PJAKê ye.
Gelî guhdaran heke hûn bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe re li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî îro guh bidine bernama 1ê nîvêşevê linav Nûçeyên Rojane.