VOANews.com

Dengê Amerîka ▪ KurdîKarê me ragehandin e

23 Nîsan 2009 

Evro li VOA:

Nûçeyên bi 45 zimanan
Qanundanerên Amerîkî dê lêkolînê li ser rêbaz û biryarêt rêveberîya Bush bikin li dor lêpirsînêt li zindanîyan hatine kirin 


23/04/2009

Protestors demonstrate use of water boarding to volunteer during protest in front of Justice Department (File photo)Serokê Komîta Dadê ya Civata Senatorên Amerîka dibêje ew dê lêkolînê li rêbaz û biryarêt rêveberîya Bush bikin li dor lêkolîn û lêpirsînêt ku li zindanîyan hatine kirin.

Raporta Komîteya Karûbarên Leşkerî li Civata Senatoran digihîje wê encamê ku li demê rêveberîya Bush karmendên sîxurî û leşkerî çendîn meh berî ku destûra resmî bê dan, hînî bikaranîna rêgeyên tund yên lêpirsîna zindanîyan bûne. 

Li dû vê raportê, wan li serê sala 2002 dest bi bikaranîna rêge û awayên tund kirine ligel zindanîyên El Qaîde û Taliban, çêndîn meh berî ku Wezareta Dadê ev rêge û şêweyên lêpirsînê pesend bike.

Rexnegir dibêjin gelek ji wan rêge û şeweyên ku di lêpirsînê de hatine bikar anîn wek hin ji wan rêgeyan "water-boarding" yan xeniqandina ne bi rastî digihîjin pilleya îşkence kirinê.

Serok Obama roja sêşemê rê vekir ku ewên biryar deranîne ku ev rêgeyên tundên lêpirsînê bibine qanunî, karibin werin li pêş dadê bêne dadgeh kirin.

Komarî bi tundî li dijî vê bizavê ne.

Gelî xwendevanên malpera Pişka Kurdîya Dengê Amerîka heke hûn bixwazin bala xwe bidine dirêjahîya vê raportê ji kerema xwe re îro li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî guh bidine bernama 1ê nîvêşêvê linav Nûçeyên Rojane.




E-mail This Article Vê babetê e-mail bike
Print This Article Formata Çapkirinê
  Dawîtirîn Nûçe

  Babetên din