Efrîqa Başûr di hilbijartina niştimanî da dengdanê diket
|
22/04/2009
|
|
| Julius Malema, rêberê ciwanên ANC di bizaveka hilbijartine de dimeşe.
| Îro çarşembîye Efrîqa Başûr dinav hilbijartinek niştimanî de dengdanê diket ku têde partîya desthilatdar ya Kongreya Niştimanîya Efrîqa naskirî bi ANC dixwazît piranîyek baş serkeftinê bi dest bînît.
Rawergirtin dibêjin weku xuya ew partîyê dê alîyê kêm 60% dengan bi dest bînît serray zehmetîya ji alîyê Partîya Kongreya Gelî ve hatîye pêş, ew partîye ku ji ANC veqetîyay.
Partîya Kongreya Gelî ku ji alî desteyekê ve hatîye damezirandin ku ji ANC li sala buhurî ture bûn, demê rêberên wê partîyê sengî kirine ser serok Embekî da ku dest ji kar berdet.
|