Karbidestên Kurd dibêjin hêzên Îranê hêrîş kirine ser bingehên serhildayên Kurd li devereka tixubî ya bakûra Iraqê.
Karbidestên parastina tixubî dibêjin leşkerê Îranî ew dever bombebaran kir û paşî helîkopterên îranî bo cara yekê hêrîş kirine ser armancên serhildayan demê dest jimara qurbanîyan nehatiye ragihandin.
Armanca wan hêrîşa grupeka cudaxwaza Kurdên îranê bû, bi navê Partîya Jîyana Azada Kurdistanê an PJAK.
Eve bo demeke dirêj e Îran gazinda diket beramberî çalakîyên PJAKê yên ser tixubê nêvbera Iraqê û Îranê.
PJAK têkelî bi Partîya Karkerên Kurdistanê heye, eve bo demê nêzîkî 25 salan e PKK şerrê bo otonomîya Kurdî li başura rojhilata Turkîye dike. Bi kêmîve 37 hezar kes li şerr û lêkdanên nêvbera PKKê û leşkerê Turkîyê hatîne kuştin.
Li heftîya buhorî şerr û lêkdanên tund nêvbera şerkerên PJAKê û polîsên Îranê çêbûn û 26 kes hatin kuştin ku 18 ji wan polîsên Îranî bûn.
Guhdarên hêja li ser vê babetê peyamhinêrê Dengê Amerîka Edward Yeranian ji Qahîre raportek hinartîye. Heke hûn bixwazin guh bidine vê raportê ji kerema xwe re li ser rûpela me ya Audioyên Kurdî li nav Nûçeyên Rojane guh bidine bernama 1ê nîvêşevê.