Serokê Meksîkayê Felipe Calderon ferman da ku hemu rêxistinên hikumetê yên ku vekirî mana wan zêde ne ferzin, heta pênc rojan girtî bimînin da ku rê li ber belav bûna vîrusa nexweşîya berazan bê girtin.
Wî ji Meksîkîyan re got ku heta roja înê ji mala xwe dernekevin da ku nexweşîn belav nebe. Dibistan, cihên karî û nivîsgehên hikumetê yên ne zêde ferz dê heta roja sêşemê girtî bîmînin.
Roja pêncşemê Meksîkayê piştrast kir ku li vî welatî 260 kes bi vê nexweşîyê ketine û 12 kes jî pê mirine. Jimara li dû ragihandinên ne resmî ji van jimaran bilindtir e.
Meksîka navenda belav bûna vê nexweşîyê ye û Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî (WHO) dibêje ku Înfluenzeya Beraza bikêmîve li 10 welatên din jî belav bûye.
Lî dû ragihandina WHO, jimara welatên ku nexweşî lê belav bûye 11 ye. Swîsra û Hollanda jî bo cara yekê ragihandin ku vîrusa nexweşîyê li welatê wan jî hatîye dîtin. Niha WHO huşdarîya bo astê bilindîya nexweşîyên belav li pilleya 5 radigihîne ku ev pille duwemîn pilleya bilinde bo huşdarîya nexweşîyan.