Derd yan nesaxîya vegir dibêjine nesaxîyakî ku li herêmekî coxrafî belav dibit û xelkekî zêde digrîte ber xwe. Ew nesaxîya Înfluenzeya Berazî ku belav bûye weku derdê vegir nehatîye ragihandin.
Rêkxistîya Saxlemîya Cîhanî (WHO) dibêjît nesaxîya Înfluenzeya vegir di wextekî de çêdibit ku vîrusek nû derkevît û li seranserî cîhanê teşene biket û bibîte egera gelek mirinan û nesaxîyan.
Ji alîyek dinve Misrê ferman daye ku demûdest serê 350 hezar berazan bête birrîn weku hingavek pêşwext ya parastinê li dijberî Înfluenzeya Berazî herçend karbidestên saxlemîya cîhanî dibêjin ew kare ne pêdivîye.