Hemas dibêjit bi şertêt Israîlê bo şer rawestanê li devera Geza razî nabit.
|
Rêberê Hemas yê li derve Xalid Mişel li Dohe, Qeter, 16 Jan 2009
|
Li komboneka taybet ya Komkara Erabî li Qeter evro, rêberê Hemas yê li derve Xalid Mişel gote rêberêt Erab ko kêşe binasêt Israîlêye. Wî dewleta cuhîyan binaskar kir bo helkirna şerî li dijî hemo Felestînîyan, jiwan jin u zarok.
Herçende endamê Komkara Erebî nîne, lê digel hindê, serokê Iranê Mehmood Ahmedînijad li kombonê amede bo u pişetvanya xue bo Hemas dîyar kir.
Liser nerazî bona desthelatdarya Felestînî u Misrê u Erebistana Saudî, kombona bilind her hate kirin.
Sikirtêrê giştî yê Netewên Yêkgitî Ban Kî moon, evro got gelek nizîke rêkeftinek liser rawestandina şerî bête kirin.
Piştî kombonê digel rêberêt desthelatdarya Felestînî li kinara Rojava, li bajêrê Ramella, rêzdar Ban herwisa got, demê hindêye ko Israîl hizra şerrawestaneka yêk alî biket.
Hêrişêt hewaî yêt Israîlê liser Geza evro berdewam bon. Hemas berdewam boye liser havêtina moşekan bo Israîlê ewey Israîlê hêrişa xwe destpêkirî.