Bi sedan hezar Musilman ji Ammanê bo Jakarta xwepêşandan kirin li dijî hêrîşên Îsraîlê li Xezzê.
Nêzîkî 50 hezar kes rijîyane ser şeqamên bajarê Îskenderîye li Misrê piştî nivêja eynî.
Xwepêşanderan alaya Felestînê bilind kiribûn û diruşmeyên li dijî Îsraîl û piştevanîya Hamasê digotin.
Li Ammanê li paytextê Urdunê polîsa gazên rondikrêj bikar înan bo belavebêdana 2000 kesan dawa nekin bigehîne balyozxana Îsraîlê û li Kenara Rojavaya dagirkirî polîs li Ramallah û Hîbrun gazên rondikrêj bikar înan bo belave dana xwepêşanderan.
Herwiha xwepêşandan li Turkîye, Cezayîr, Kenya, Endonezya û Malezya hatin kirin.
Hinek ji xwepêşanderan turebûna xwo hemberî rêberên Ereban nîşê da ku ne şîyane azar û îşkencên gelê Xezzê kêm biken an alîkarîya wan biken.