Li Endonezyayê 37.kes ji ber Înfluenza Balindeyan mir |
07/06/2006
|
|
![Indonesian children play with a chicken in Kedaung village, outside Jakarta, Indonesia, June 3, 2006](https://webarchive.library.unt.edu/eot2008/20090117095420im_/http://www.voanews.com/kurdi/images/ap_Indonesian_children_play_with_a_chicken_in_Kedaung_village_eng_195_3jun06.jpg) |
Zarokên Endonezî li gundê Kedaunga li derveyê Jakarta li Endonezya bi mirîşkan dileyzin, 3yê Hezîrana sala 2006 | Bijîjkên Endonezyayê radigihînin ku 37. kes ji ber nexweşîya Înfluenzeya Balindeyan mirîye. Dawîtirîn kesê ku ji ber nexweşîya teyr û tewalan mir kurikekî 15 salî û xelkê Javaya Rojavayê paytext Bandungê bûye.
Dixtor dibêjin lawik li 30ê meha pênc Gulanê mirîye belê encamên tehlîlan hê nû dîyar kirine ku mirin ji ber vîrusa H5N1 bûye.
Li Endonezyayê li van mehên dawî nexweşîya înfluenza balindeyan ji nişkêva zêdebû. Karbidest 54 kes xistine karantînayê ji ber ku xizm û nêzên ji malbata wan ji ber vîrusa wê nexweşîyê mirine.
Mirina heft kesên ji yek malbatê bû egera tirsekê ku ev nexweşî di nav merivan de jî belav dibe û wê zû belav bibe.
Karbidestên Rêxistina Saxlemîya Cîhanî dibêjin ev dawîtirîn bûyer e û li ser belav bûna vîrusê jî bûyereke gelekî balkêş e.
Vî babetî e-mail bike
Formata Çapkirinê
|