Michael Crichton, nivîskarê navdarê Amerîkî ku zêdetirîn kitêbên wî dihatine firotin jiber nexweşîya şêrpencê mir.
Nivîskarê 66 salî bi kitêbên xwe yên wek "Jurassic Park" ku filîmçeker Steven Spielberg ew kiribû flîm û "Cîhana Winda" dihate naskirin.
Malbata nivîskarî jibo kitêbên Crichton gotin wî dikarîbû bandorê li ser xwendekarên ji her temenî bike, wî bi zanebûna di tanga zanistan da dinivîsî û sirrên cîhanê bi zimanekî ku herkesî karibû jê fam bike rohn dikir.
Nivîskarê navdarê xelat wergirî, berê bijîjkîyê dikir û piştre bû wêjevan û bi kitêba xwe ya "Sendroma Andromeda" ku li sala 1969 nivîsî û peyra flîm jê hate çêkirin navdar bûbû.
Crichton jiber flîm zincîra li ser televizyonê ya bi navê ER xelata Emmy wergirtibû.