Neteweyên Yêkgirtî dibêjît ji ragehandina yêkemîn nexweşê AIDSê berî 25 salan were, li dinyayê 65 mîlyon mirovan vîrûsa wê êşê, HIV, vegirtîye.
Bernameya HIV-AIDSê ya Neteweyên Yêkgirtî di raporteke îro da dibêjît li van 25 salan 25 mîlyon mirov ji nexweşîya AIDSê mirîne.
Li dû wê raportê par 2 mîlyon û 800 hezar mirov bi wê nexweşîyê mirin û 4 mîlyon mirovên dî vîrûsa HIV vegirt. Ew dibêjît pirranîya 40 mîlyon mirovên bi wê vîrûsê her hay jê nîne ku wan ew vegirtîye.
Lê Neteweyên Yêkgirtî dibêjît belavbûna wê vîrûsê ji salên berî niha hêdîtir lê hatîye.