Xaçasora Navneteweyî daxwaza pitir ji 13 Milyon dolaran diket bo bersîng girtina belav bûna nexoşîya êşa mirîşkan kû bi Avian tête nasîn.
Roja pênc şembî di belavnameka xweda Xaça Sor got ew hêvîdare ew vê harîkariyê werbigrît bo bersîng girtina vayrosa H5N1 kû nûke li pitir ji 40 welatan bilaw bûye.
Birêveberiya karubarêt nexoşiyan tengaviyan li Xaçasor, Adelheid Marschang, dibêjît enflwenza Avian gefeka çaverê kirî nebû li seranserê cihanê. Û dibêjît Xaçasor ya amadeye heta 50 hizar xêr xaza, xêr biket da harîkariyê biken bo bersîng girtina vê nexoşiyê.
Bi alîyekê dîve, ragehandina Çînê (China) roja pênc şembî zanîn kû li wilayeteka bakura rojhelatê hatiye pişt rast kirin kû dû balinde bi êşa mirîşkan mirîne.