Hamas didete zanîn ew hêlên giştî yên planeke agirbestê ya bi navberî kirina Misrê bo Kerta Xezze red naket lê belê hêj ew pesend nekirîye.
Navberîvanêt Misrî têne çaverê kirin ku îro pêncşembiyê dîtinêt Hamasê bo nunerek Îsraîlî veguhêzin.
Li Xezze jêderêt dermanîyên Felestînî û karbidestên Neteweyên Yekgirtî dane zanîn pitirî yek hezar kes dinav wê alozîya 19 rojî de hatine kuştin ku 300 ji wan zarokin.
Dinav vê alozîyê de 13 Îsraîlî jî hatine kuştin, ew alozîya ku Îsraîl bi merema rawestandina avêtina muşekên Hamasê bo nav başurê Îsraîl destpêkir.
Herdu alîyan roja çarşembîyê êrîşên xwe berdewam kirin di demekê de ku