Cîgirê serokwezîrê Iraqê Berhem Salih huşdarîyek da li dijî nakokîyên li navbera alîyên di hikumeta Iraqê de ya pir-alî ku wergere ser rewşeke nerazîbûna li navbera Ereb û Kurdan.
Di hevpeyvînekê de digel ajansa peyamên Fransî AFP rêzdar Salih got metirsîyek girîng heye ku bizav têne kirin ku pirsgirêkên siyasî û aborîyên Bexda bikine egera cûdahîyan li nabera civatên Ereb û Kurdên Iraqê. Belê wî negot ka kî li paş van bizavan e.
Rêzdar Salih ku Kurdek e, behsa ferq û cûdahîya nêrînên li ser rêvebirina beşeke Kerkukê kir ya ku gelek netew lê dijîn û kêşe li ser e. Kontrol kirina bajêrî kêşe li ser e jiber ku ji alî jêderên petrolê ve li welatî ev herêm herî dewlemend e.
Birêz Salih got herwisa cûdahî li ser qanuna niftê ya welatî jî hene ku li parlamanê hatibû paşvexistin jiber ku rêkeftinek nehate kirin bo parvekirina jêderan li navbera endamên parlamanê yên Erebên Şî'a, Sunnî û Kurd.
Babeta kontrola jederên petrolê yên bajêrî bûye egera kêşeyan jibo parlamana Iraqê. Hilbijartinên parêzgehan li meha yek li Iraqê dê bêne kirin.
Hilbijartin dê bêne kirin paş derbaz bûna muhleta wezîfa Netewyên Yekgirtî ya vê mehê ku dihele hêza Amerîkî li Iraqê bimîne.