Polîsê Iraqî dibêjin bi kêmî çar kes hatine kuştin di peqîna otomobîlekê de li xwaringeheka qerebalix li başura Bexdayê.
Polîs dibêje ziyan gehiştîye bi kêmî 13 kesên din, ji wan jî hinek polîs dinav wan de bûn, jiber peqîna wê otomobîlê duhî pêncşemê li taxa Şu'la ku piranîya wan Şîa ne.
Leşkerê Amerîkî dibêje peqîna li taxa Şu'la bû egera kuştina mirovekî û birîndar kirina 23 kesan ku dinav wan de hinek polîs hebûn.
Karbidesta negot ka kê ew plana peqînê li xwaringehê danî.
Herwisa di hêrîşeke din de Leşkerê Amerîkî dibêje ku serbazekî Amerîkî hatîye kuştin bi teqe kirineke ne rastewxwe li nêzîkî bazareke Musil. Leşker dibêje teqe kirina ne rastewxwe manîya wê ne ew e ku bi avêtina muşekan hatîye kuştin.